03:45 21 Tebax 2017
Zindî
    Parîs - Ala Fransayê

    Hilbijartinên parlamena Fransayê birêve diçin

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 3831

    Gera yekê ya hilbijartinên parlamena Fransayê dest pê kir. 7 hezar û 877 namzedên parlamentarîyê ji bo 577 endamên parlamentoya Fransayê têdikoşin.

    Seyfulîslam Qeddafî
    © REUTERS/ Paul Hackett
    Li gor yasaya hilbijartinên Fransayê namzedên parlamentarîyê divê di tûra yekem de herî kêm ji sedî 50yê dengan bistînin daku bikevin parlamentoyê. Ji bo yên ku di gera yekem de ji sedî 50yê dengan nestînin jî dê gera duyemîn a hilbijartinê were kirin.

    Gera duyemîn a hilbijartina Fransayê dê 18ê Hezîranê were kirin ku dê namzedên di gera yekemîn de ji sedî 12.5ê dengan wergirtine bikarin beşdarî bikin.

    Dê partîya ku 289 û zêdetir parlamentaran derxe hikûmeta Fransayê ava bike. Heke ti partîyeke negihe wê hejmarê jî dê hikûmeta koalîsyonê were avakirin.

    Di hilbijartinan de partîya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî di nav de 5 partîyên sereke di hilbijartinan de têdikoşin.

    Li gor nirxandinên raya giştî ya Fransayê ev hilbijartin ji bo Macron wek ezmunekê ye ku heke partîya wî Tevgera Meşa Komarî bi ser bikeve dê bikaribe sozên ku dane hilbijêran bicih bîne.

     

    Bi heman mijarî:

    Îranê bi 5 balafiran alîkarî şand Qeterê
    Kurê Qeddafî hat berdan
    Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
    Baydemir: Me Mala Cemê çênekira dê laîkbûna Tirkiyê zirar bidîta
    ‘Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NYyê dike’
    Etîketan:
    Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de