13:12 22 Çile 2018
Zindî
    Artêşa NATOyê

    WSJ: Fransa fermana kuştinê da

    © AP Photo/ Czarek Sokolowski
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 31

    Rojnameya Wall Street Journalê di nûçeya xwe de ragihand ku hêza taybet a Fransayê ji bo frensiyên ku tevlî DAIŞê bûne û wan bikuje hevkariyê bi leşkerê Iraqê re dike.

    Milîtanên DAIŞê
    © AP Photo/ AP Photo via militant website, File
    Li gorî îdîaya rojnameya Wall Street Journalê ku di nûçeya xwe de dibêje di mehên dawî de hêza taybet a Fransayê ji bo hemwelatiyên frensî ku tevlî rêxistina terorîst a DAIŞê bûne wan bigre û bikuje hevkariyê bi hêzên ewlehî yên Iraqê re dike. Hêza Fransayê wekî hedefa pêşeng wêne û navê 30 kesî daye hêza ewlehî ya Iraqê.

    BERPIRSÊ WEZARETA PARASTIN A FRANSAYÊ ŞÎROVE NEKIR

    Herwiha li gorî daxuyaniya yek ji fermandarê iraqî ku li Mûsilê wezîfedare, artêşa Iraqê bi êrişa hewayî û operasyona bejayî gelek hemwelatiyên Fransayê kuştin. Li gorî nûçeya WSJ, armanca operasyona hêza taybet a Fransayê berî ku endamên DAIŞê yên hemwelatiyên frensî vegerin û talûkeyekê çêbikin rê li ber wan bigrin.

    Berpirsekî Wezareta Parastin a Fransayê derbarê îdîayan de pirsên rojnameya WSJ bêbersiv hiştin tenê got: "Hêzên Fransayê bi şirîkên xwe yên Iraq û yên navneteweyî re bi hevkarî dixebite. Bêyî ku li milliyetbûna were nêrîn tekoşîn tê dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Encamên hilbijartinên serokomariya Fransayê: Macron li pêş e
    Dengdayîna hilbijartina tura duyemîn a serokomariya Fransayê birêve diçe
    Barzanî ji Fransayê daxwaza piştevaniyê kir
    Etîketan:
    Rojnameya Wall Street Journal (WSJ), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza taybet a Fransayê, Iraq, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de