05:51 20 Çile 2018
Zindî
    Manchester'daki Arndale alışveriş merkezi

    Wezîrê Navxweyî yê Îngîltereyê: Dibe êrişkar ne bi tenê be

    © REUTERS/ Darren Staples
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Wezîrê Navxweyî yê Îngîltereyê Amber Rudd di axaftina xwe de ragihand ku dibe xwekujê Manchesterê Salman Abedî ne bi tenê be.

    Wezîrê Navxweyî yê Îngîltereyê Amber Rudd di axaftina xwe ya ji bo xwekujê êrişa Arenaya Manchesterê ku 22 kes hatibûn kuştin û 59 kes jî birîndar bibûn got: Dibe xwekujê Manchesterê Salman Abedî ne bi tenê be.

    Amber Rudd di axaftina xwe ya kanala BBCyê de got: "Li gorî texmînên me xwekuj ne bi tena serê xwe ev êriş pêk anî. Polîs û hêzên îstîxbaratî ji bo ewlehiya me hemû zanyarî û agahiyên berdest bi hurgilî teqîp û dinirxînin."

    Rudd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xwekujê ku êrişa Manchesterê pêk anî ji nêzîk ve ji Libyayê vegeriyaye. Li gorî pêşbîniyen me Salman Abediyê 23 salî ku êriş pêk anî dibe çûbe Sûriyeyê û li wir perwerdehî wergirti be. Herwiha ji 59 birîndarî rewşa 20 birîndaran giran e."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Manchester Arenayê teqîn: Bi kêmî 20 kesan can da
    Manchester Unitedê kûpaya 5an bir mûzexaneya xwe
    Serokwezîr Barzanî li ser êrîşa Manchesterê peyam da
    Li zanîngeheke Manchesterê panîka bombeyê: 3 avahî hatin valakirin
    DAIŞê li ser êrişa li Manchesterê berpirsyariya xwe ragihand
    Li Manchesterê navendeke danûstandinê hate valakirin
    Etîketan:
    Êrişa Arenaya Manchesterê, Wezîrê Navxweyî yê Îngîltereyê, Amber Rudd, Manchester, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de