20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Theresa May

    May: Polîs nasnameya êrişkarê Manchesterê dizane

    © REUTERS/ Neil Hall
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 20

    Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May di axaftina xwe de ragihand ku polîsê Londrayê nasnameya êrişkarê Manchesterê dizane.

    Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May piştî êrişa terorî ya duhî li bajarê Manchesterê ku 22 kes hatibûn kuştin daxuyaniyeke çapemenî li dar xist û derheqê êrişkar de agahî dan. May di axaftina xwe de got: "Êrişa Manchesterê eşkere bû ku êrişeke terorî ye û polîsê Londrayê bi nasnameya êrişkar dizane. Terorîst bi tena serê xwe ye an jî bi grûbekê re tevdigere ev jî bi berfirehî tê lêkolînkirin."

    Theresa May di berdewamiya axaftina xwe de got: "Xebatên li ser nasnameya terorîst didomin. Tehdîda terorî ya li dijî welatê me derketiye asta herî bilind. Ji bo peşveçûnên lêkolînê ber êvarî em ê civîneke din li dar bixin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Manchesterê navendeke danûstandinê hate valakirin
    Rûxandina xaniyên Sûrê dest pê kir
    Li Londrayê li rawestgeha otobusan alarma bombeyê
    Hejmara kuştiyên teqîna Îngîltereyê derkete 22an
    Ji Serokwezîra Îngîltereyê daxuyaniya êrişê: Polîs wekî êrişa terorî dibîne
    Etîketan:
    Êrişa terorî ya Manchesterê, Serokwezîra Îngîltereyê, Theresa May, Manchester, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de