22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Teqîna Manchestera Îngîltereyê

    Hejmara kuştiyên teqîna Îngîltereyê derkete 22an

    © REUTERS/ Jon Super
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Hat ragihandin ku hejmara kuştiyên teqîna bajarê Manchester ê Îngîltereyê derket 22an. Li gorî polîs êriş ji terefê kesekî ve hat kirin.

    Li gorî polîsên Îngîltereyê êriş ji terefê kesekî ve pêk hat. Êrişkarê ku bombe li ser xwe pêçabû di teqînê de ew jî hate kuştin.

    Berpirsên ewlehî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew êrişê terorî dinirxînin, di teqînê de zarokên ku emrê wan di navbera 13 û 18an de jî di nav de bi tevahî 22 kesî jiyana xwe ji dest da û 59 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsê ewlehî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êriş ji terefê kesekî mêr ve hate kirin, êrişkar bi tena serê xwe bû an jî bi hicreyekê ve girêdayîbû lêkolîna vê berfireh tê kirin.

    Di vê navberê de Ariana Grandeya ku di dema teqînê de li Arenaya Manchesterê konser dida li ser hisabê xwe yê Twitterê peymanek belav kir û xemginiya xwe anî ziman. Grande di peyama xwe de got: "Ez bi hemû semimiyeta xwe pir xemgînim. Tiştekî ku ez bêjim tuneye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Ji Serokwezîra Îngîltereyê daxuyaniya êrişê: Polîs wekî êrişa terorî dibîne
    Li Manchester Arenayê teqîn: Bi kêmî 20 kesan can da
    Amerîkayê bangewazîya 'dîyaloga kûr' li Tirkiyê kir
    Tarîxa Ceneva 7an dîyar bû
    Etîketan:
    Di teqîna Îngîltereyê de hejmara kuştiyab derkete 22an, Manchester, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de