23:50 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pyotr Poroşenko

    Serokê Ûkraynayê mecbûr ma ji gel bireve

    © AFP 2017/ Patrik Stollarz
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko li Bykivniaya nêzî Kievê tevlî merasîmeke bîranînekê bû, lê di bîranînê de rastî bertekên gel hat û mecbûr ma ji cihê merasîmê bireve.

    Li gorî nûçeya radyoyê Hromadskê, Pyotr Poroşenko ji bo tevlî merasîma bîranîna leşkerên girtî ku di dema Stalîn a Yekîtiya Sovyetê de bi guleyan hatibûn kuştin û her sal di 21ê Gulanê de têne bibîranîn çû Abideya Bykovniayê.

    ‘SEROKÊ DEWLEMEND Ê WELATÊ FEQÎR'

    Serokê Ûkraynayê piştî axaftina xwe ya merasîmê qedand di nava gel de ma. Welatiyên ûkraynî ji Poroşenko pirsa ‘welatê herî feqîr ê Ewropayê çima serokê hewqas devlemend e' kirin û jê xwestin ku bila dadger diziye nekin û wan bide rawestandin.

    Poroşenko bang û pirsên gel bêbersiv hiştin û ji terefê xelkê li wir ve hat yuhkirin. Xelk bi denge bilind ev ‘tewşîtî û rezalet e' dest bi diruşmeyan kirin û Poroşenko jî bi hevsera xwe re wekî revê bilez ji qada bîranînê derket.

    Bi heman mijarî:

    Poroşenko mueyideyên li ser 5 bankayên jêrîn ên bankayên Rûsyayê pesend kirin
    Gelo Poroşenko dike ku ji welat bireve?
    Kremlîn: Pûtîn û Poroşenko hevdîtin pêk anîn
    Poroşenko: "Li Deryaya Reş ewlehî bi Ûkrayna û Tirkiyeyê ve girêdayî ye"
    Poroşenko gef li Rûsyayê xwar
    Etîketan:
    Serokê Dewleta Ûkraynayê, Bîranîna leşkerên kuştî, Pyotr Poroşenko, Kiev, Ûkrayna
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de