00:33 13 Kanûn 2017
Zindî
    Manchester Arena'da patlama

    Ji Serokwezîra Îngîltereyê daxuyaniya êrişê: Polîs wekî êrişa terorî dibîne

    © REUTERS/ Jon Super
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May ji bo teqîna salona konsera a Manchester Arenayê ku 19 kesan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da.

    Serokwezîra Îngîltereyê Theresa May di axaftina xwe de got: "Dilê min bi qurbanên bûyerê û bi malbatên wan ku bandor wergirtin re ye. Polîs bûyerê wekî êrişeke terorî dibîne û ji bo zelalkirina hemû hurgiliyên êrişê em dixebitin."

    CIVÎNA LEZGÎN A KABÎNEYÊ

    Li gorî çavkaniyên serokwezîrtiyê Theresa May kampanyeya hilbijartina pêş wext ku dê li Îngîltereyê bê kirin rawestandiye û ji bo nirxandina bûyera dawî banga civîna lezgîn a kabîneyê kiriye.

    Herwiha Sêrokê Partiya Karker Jeremy Corbyn jî êrişa terorî tirsnak binav kir û ragihand ku dilê min bi malbatên qurbaniyan û tîmên rewşa lezgîn re ye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Îngîltereyê daxuyaniya êrişa sîberî: Kê êriş pêk aniye em nizanin
    Gundekî Îngîltereyê bi 20 milyon sterlînî hat firotin
    Hikûmeta Îngîltereyê biryara hilbijartina pêşwext da
    ‘DAIŞ di Roja Serxwebûnê de, dê DYAyê û Îngîltereyê bike hedef'
    Li Fransayê di navbera terefgirê Rûsya û Îngîltereyê de şer
    Etîketan:
    Teqîna salona Mancheesterê, Serokê Giştî yê Partiya Karker, Serokwezîra Îngîltereyê, Jeremy Corbyn, Theresa May, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de