10:44 24 Mijdar 2017
Zindî
    DAIŞ

    ‘Milîtanên DAIŞê vedigerin Ewropayê'

    © REUTERS/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4730

    Serokê Departmana Tekoşîna Dijterorê yê KENYê Jean-Paul Laborde ragihand ku milîtanên DAIŞî ji herêmên şer vedigerin welatên Yekîtiya Ewropayê û di sala dawî de ev rêje ji sedî 33 zêde bûye.

    Serokê Departmana Tekoşîna Dijterorê ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) Jean-Paul Laborde piştî hevdîtina bi rayedarên ewropî re di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihand ku milîtanên DAIŞî ji herêmên şer vedigerin welatên Yekîtiya Ewropayê û di sala dawî de ev rêje ji sedî 33 zêde bûye. Ewropa îsal wê bi milîtan DAIŞê ku li Iraq û Sûriyeyê têk çûne rû bi rû bimîne.

    ‘BI BIRYAR Û BIKÊRHATÎ NE'

    Jean-Paul Laborde di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên biyanî yên rêxistina terorîst a DAIŞê ku dixwazin vegerin Ewropayê ji yên berê talûkeketir in. Bi navgînî ev însan bi biryar, pispor û bikêrhatî ne."

    Laborde di dirêjiya axaftina xwe de got: "Digel astengiyên seyehetê jî muhtemelen gelek şervanên terorîst ku ji sînorê welatên Yekîtiya Ewropayê derbas bibin wê hebin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê bi mijara Tirkiyeyê civiyan
    Avusturya: Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropayê
    Yekîtiya Ewropayê bangî Holanda û Tirkiyeyê kir
    Şêwirmendê Serokomar: "Divê Yekîtiya Ewropayê helwesta xwe nîşan bide"
    Senatorê rûsî: "Êdî tu şensê Tirkiyeyê ji bo endambûna Yekîtiya Ewropayê nema"
    Etîketan:
    Milîtanên DAIŞî vedigerin Ewropayê, Serokê Departmana Tekoşîna Dijterorê ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Jean-Paul Laborde, Iraq, Sûriye, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de