16:49 19 Sibat 2018
Zindî
    Fransa

    Şaredariyê mirina li malê qedexe kir

    © AP Photo/ Thibault Camus
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 41

    Serokê Şaredariya Laignevilleye Christophe Dietrich di axaftina xwe ya televîzyona Franceinfoyê de ragihand ku şaredariyê mirina li malê qedexe kir û ji bo vê biryarek stand.

    Serokê Şaredariya Laignevilleye ku li bakurê Fransayê dikeve Christophe Dietrich di axaftina xwe ya televîzyona Franceinfoyê de ragihand ku ji bo mirina li malê şaredariyê biryara qedexeyê wergirt, biryar sembolik û bi watedar e.

    Christophe Dietrich di axaftina xwe de got: "Li bajarokê me 5 hezar însan dijîn, lê tenê 2 bijîşk wezîfê dikin. Di nava 3 hefteyên dawî de ji bo em îlana mirinê bikin nêzîkî 6 seeta em li benda bijîşk mane. Ev herdu bijîşk jî wê dawiya salê teqawid bibin û hê kes li şûna wan nehatiye tayînkirin."

    Dietrich di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dizanin ev biryar nayê sepandin û tetbîq nakin, lê ji bo em balê bikşînin ser kêmbûna bijîşkan ev tişt kir. Ez dizaninm ku ev biryareke tewşo mewşo ye, lê rewşa ku em rû bi rû dimînin jî tiştekî tewşo mewşo ye."

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistan û Fransa dê her dost bimînin'
    Rûsya: Amerîka, Îngilistan û Fransa ji bo çûna Esad fikrsabît in
    Fransa: Amerîka beriya êrîşê agahî dabû me
    Rûsya û Fransa ji bo hevkariya hevdîtinên Cenewê li hev kir
    Fransa: Pêwîste em amade bin pêwendiyên digel Rûsyayê vegerînin berê
    Le Pen xwest, Fransa ji YEyê bi Frexita dostane cuda bibe
    Etîketan:
    Şaredariyê mirina li malê qedexe kir, Serokê Şaredariya Laignevilleye, Christophe Dietrich, Laigneville, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de