15:38 21 Hezîran 2018
Serdana wezîra alman bo Încîrlîkê

Wezîrê alman Gabriel: Em ji Tirkiyeyê re destûra vî tiştî nadin

© REUTERS / Tobias Schwarz
Ewropa
Lînkê kurt
0 100

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel, destûrnedayîna Tirkiyeyê ya çûna parlamenterên alman bo baregeha Încîrlîkê dîsa bi tundî rexne kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji bo destûrnedayîna Tirkiyeyê ya çûna parlamenterên alman bo baregeha Încîrlîkê di rojnameya Neue Osnabrücker Zeitungê de got: "Tirkiye dixwaze mijara baregeha Încîrlîkê wekî navgîneke polîtîk bikar bîne, ev nayê qebûlkirin."

Sigmar Gabriel di axaftina xwe de got: "Artêşa parlamentoyê artêşa alman e û kedeke mezin dide tekoşîna dijî DAIŞê. Ev ne daxwaza me tenê ye, ev daxwaza Amerîka û NATOyê ye. Tirkiye dixwaze mijara Încîrlîkê bibe mijareke polîtîk, lê dê encamên wê ne baş bin."

‘LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN MAFÊ PENABERIYÊ TÊ DAYÎN'

Gabriel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Almanya li gorî Destûra Bingehîn mafê îltîcayê dide kesên ku daxwaza penaberiyê dikin. Nabe serdana parlamenterên alman bo Încîrlîkê were astengkirin û yên ku li hemberî vê derkeve dê rastî Almanyayeke wekî granit were. Di demên borî de jî me destûra wî tiştî nedabû û di pêşerojê de jî em ê destûrê nedin. Ji bo ku em deriyên guftugo yên Tirkiyeyê negirin di nava van çend mehên borî me gelek tişt kirin. Digel ku heqaret li me hate kirin jî dîsa me ev kanal vekirî hişt."

Bi heman mijarî:

Almanya: Em ji hevkariya li Sûriyeyê yên Rûsya Tirkiye û Îranê bifikar in
Almanya: ‘Tirkiye wekî lîstika mişk û pisîkê bi me dilîze'
Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
Etîketan:
Baregeha Încîrlîkê, Wezîrê Derve yê Almanyayê, Sigmar Gabriel, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de