13:04 17 Kanûn 2017
Zindî
    Jeremy Corbyn

    Serokê partiya îngîltereyî: Di 100 salên dawî de gelek bêheqî li kurdan hat kirin

    © REUTERS/ PETER NICHOLLS
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 101

    Serokê Giştî yê Partiya Karker (PK) a Îngîltereyê Jeremy Corbyn li Londrayê di panelekê de ragihand ku di 100 salên dawî de gelek bêheqî li kurdan hat kirin.

    Serokê Giştî yê Partiya Karker (PK) a Îngîltereyê Jeremy Corbyn li Londrayê di panelekê de peymanên Sevr û Skkes-Picot mînak nişandan û got: "Di 100 salên dawî de gelek bêhêqî li kurdan hat kirin. Li Rojhilata Navîn guherîn dibin û bêyî kurdan li herêmê tu pirsgirêk nayên çareserkirin."

    ‘BI PEYMANÊN CUDA KURD MEHKÛMÎ ÊŞ Û AZARÊ KIRIN'

    Jeremy Corbyn di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nasnameya gelê kurd hat înkarkirin û bi peymanên cuda muhkûmî êş û azarê kirin. Di hêmanên Wilson de jî behsa projeya Kurdistana serbixwe tê kirin. Lê di salên borî de ev xal nehate qebûlkirin. Li herêmên ku min wezîfê kir hejmara kurdan pir zêde bû. Ez bi xwe jî li çend herêmên Kurdistanê geriyame. Kurd li ser axa rastî gelek zilm û bêheqiyan hatin.

    ‘ZIMAN Û NASNAMEYA KURDAN HAT WINDAKIRIN'

    Corbyn di dirêjiya axaftina xwe de got: "Ji bo her pêşniyara Sûriye û Rojhilata Navîn divê em hisabê gelê kurd jî bikin. Li vir em behsa gelekî ku ziman û nasnameya wî hatiye windakirin dikin."

    Bi heman mijarî:

    Corbyn: ‘BBC nûçeyên derew çêdike'
    Corbyn, careke dîsa bû Serokê Partiya Karker a Brîtanyayê
    Corbyn ji ber Brexîtê ji partiya xwe pêbawerî nestend
    Corbyn ji ber îtîrazan dê neçe Stenbolê
    Etîketan:
    Kurd û Rojhilata Navîn, Serokê Giştî yê Partiya Karker, Jeremy Corbyn, Kurdistan, Îngîltere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de