14:50 18 Hezîran 2018
ypg-pkk

'Tirkiye û DYA ji ber YPGê, rû birûyî krîzekê nû ne'

© AFP 2018/ MIGUEL MEDINA
Ewropa
Lînkê kurt
0 50

Kovara The Econimist li ser malpera xwe ya înternetê de destnîşan kir ku ji ber alîkariya çekan ya bo YPGê, DYA û Tirkiyeyê bi krîzeke nû re rû bi rû ne.

Di nûçeya analîz de tê gotin ku dibe ku hevdîtina Serokkomarê Tirkiyeyê û ya Serokdewletê DYAyê Donald Trump ya ku wê 16ê Gulanê de pêk bê bi awayekî nexweş derbas bibe û tê gotin ku ‘Tirkiye wê bixwaze ku di operasyona Reqayê de komên Îslamîst derxîne pêş lê DYA wê di mijara hevalbendiya kurdên Rojava de bi israr be.'

Kovara navborî di nûçeya xwe de diyar dike ku ‘DYA, YPGê di şerê li dijî DAIŞê de wekî hevalbendek bi qîmet dibîne' û behsa êrişa Tirkiyeyê ya li dijî çiyayê Şingal û Qereçoxê û bertekên Rûsya û Herêma Kurdistanê dike.

Di nûçeyê de tê gotin ku:"Zirara herî mezin têkiliyên Tirkiye û DYAyê dîtin. Piştî êrişê bi demek kurt leşkeren Amerîkî bi rê li ber pevçûnên nû bigrin ligel  şervanên kurd li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê hatin bicihkirin. Ev yek jî bû sedema metirsiya ku di navbera herdu endamên NATOyê de sarbûn çêbûye."

Bi heman mijarî:

‘Lavrov dê mijarên aktûel bi birêveberiya DYAyê re gotûbêj bike'
Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê bo Reqayê li wezîrê tirk geriya
Artêşa tirk bersiva DYAyê da
Koreya Bakur hişyariya şerê nukleerî li DYAyê kir
Berdevka YPJê bertek da DYAyê: Em ê hêzên xwe bikşînin
DYAyê li Koreya Başûr dest bi danîna sîstema THAADê kir
Etîketan:
qeyraneke nû, dya, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de