13:55 18 Kanûn 2017
Zindî
    fransa-ala fransa

    ‘Hikûmetê îstîfaya xwe pêşkêşî serokomar kir'

    © REUTERS/ Benoit Tessier
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 50

    Piştî bi fermî hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di hilbijartinê de bi ser ketiye, hikûmetê îstîfa xwe kir.

    Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ku wê wêzîfeya xwe dewrî serokomarê nû bike îstîfaya Serokowezîr Bernard Cazeneuve qebûl kir.

    Serokomar Hollande ji bo ku 6 mehan bi serkeftî wezîfeya serokwezîrtiyê kir spasyiya Cazeneuve kir û jê xwest hetanî hikûmeta nû ava bibe wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê bidomîne.

    Serokê Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê Laurent Fabius di daxuyaniya xwe ya ji bo hilbijartinê de gotibû: "Di tura duyemîn a hilbijartinê de Emmanuel Macron ji sedî 66.10ê dengan wergirt û li gorî doneyên fermî bû serokomarê nû yê Fransayê."

    Li gorî pêşbîniyan dibe roja yekşemê Macron wezîfeyê serokomariyê ji François Hollande dewr bistîne.

    Bi heman mijarî:

    Trump telefonî Macron kir
    Barzanî pîrozî li Macron kir
    Ji Pûtîn bo Macron peyama pîrozbahiyê
    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Trump pîrozî li Macron kir: Dil davêjim pê re bixebitim
    Etîketan:
    Serokê Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê, Serokomarê Fransayê, Laurent Fabius, François Holande, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de