20:51 12 Kanûn 2017
Zindî
    Salih Müslim

    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake

    © AFP 2017/ Adrien Morlent
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 90

    Salih Mûslîm Hevserokê PYDê ji ber bêdengiya wan yên li dijî êrîşên ser medyayê dewletên Ewropayê rexne kirin. Her wiha Mûslîm got:"Di gel ku li Almanyayê tu kesek ji YPG û YPJê re nabêje terorîst lê polîsên Almanyayê alayên YPG û YPJê qedexe kirine."

    Li gorî nûçeya demokrat haberê, Salih Muslîm Hevserokê PYDê, beşdarî şeva salevegera damezirandina rojnameya Yeni Ozgur Polîtikayê bû û li vir derheqê qerarên Eutelsatê ku gelek televizyonên kurdî girtibûn de axivî. Salih Muslîm welatên Ewropayê ji ber bêdengiya wan rexne kirin û wiha got:"Siltanê Tirkiyeyê aciz dibe. Kompanyaya binavê Eutelsat li dijî qanûnên Ewropayê tevdigere û televizyonan digire. Madem qanûnên we edeletên we li her derî heye çima dema ku dor tê kurdan hun bêdeng in?"

    HÊZÊN KU LI DIJÎ DAIŞÊ ŞER DIKIN KURD IN LÊ DIVÊ DOSTÊN KURDAN JÎ HEBIN

    Muslîm her wiha da zanîn ên ku li dijî DAIŞê şer dikin kurd in lê divê dostên kurdan jî alî kurdan bikin. Girtina televizyonan yên li ser daxwaziya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Muslîm her wiha bibîr xist polîsên Almanyayê alayên YPG û YPJê qedexe kirine û wiha berdewam kir:"Li Almanyayê îro tu kesek ji YPG û YPJê re nabêje terorîst, lê va ye polîsên Almanyayê alayên YPG û YPJê qedexe kirine.

     

    Bi heman mijarî:

    ‘Dibe ku operasyona li dijî YPG piştî meha Ramazanê dest pê bike'
    YPG: Me balafira keşfê ya artêşa tirk xiste xwarê
    PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin
    YPG hejmara êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava eşkere kir
    YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
    YPG:Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin
    YPG: ‘Di êrîşê de 20 şervanên me jiyana xwe ji dest dan'
    Erdogan: Em ê nehêlin, YPG û PYD dewletekê ava bikin
    Etîketan:
    Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de