16:27 22 Gulan 2018
    polês-polêsên fransî-protestoya hilbijartinan

    Li Parîsê polêsan mudaxaleyî koma çalakvan kirin

    © AFP 2018 / Lionel BONAVENTURE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    Li Parîsa paytextê Fransayê polêsan bi gaza rondikrêj û guleyên plastîk mudaxaleyî koma ku hilbijartinan protesto dikirin, kirin.

    Çalakvan Emmanuel Macronê serokkomarê nû yê wî welatî û rakîba wî Marine Le Pen a zêde rastgir protesto dikin. Çalakvan îdia dikin ku Macron jî wekî Le Penê ne xwedî  qabiliyetên hewce yên bo ‘polîtîkayên sosyal yên adilane ye' ye.

    PEYAMNÊRÊ SPUTNIKÊ HAT DERBKIRIN

    Di dema çalakiyan de peyamnêrê Sputnikê  yê ku bûyeran dişopand ji aliyê polêsan ve hat derbkirin. Polêsan dest danîn ser maskeya gazê û kaskê peymanêr. Lê hat gotin ku gelek rojnamevanên din jî ji aliyê polêsan ve hatine derbkirin.

    Li herêma ku çalaki lê hat lidarxistin polêsan li ser  hemû kesên li qadê yek bi yek geriya.

    Endamên koma  bi navê 'Eniya Sosyal' li Parîsê encamên hilbijartinên serokkomariyê protesto dikin.
    © Sputnik /
    Endamên koma bi navê 'Eniya Sosyal' li Parîsê encamên hilbijartinên serokkomariyê protesto dikin.

     

    Bi heman mijarî:

    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê
    Encamên hilbijartinên serokomariya Fransayê: Macron li pêş e
    Dengdayîna hilbijartina tura duyemîn a serokomariya Fransayê birêve diçe
    Etîketan:
    destwerdan, çalakî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de