16:41 27 Gulan 2018
European Commission President Jean-Claude Juncker arrives to attend a debate on the future of the E.U. to mark the upcoming 60th anniversary of the Treaty of Rome at the European Parliament in Strasbourg, France, March 15, 2017

Serokê Komîsyona YEyê Juncker: Îdam xeta me ya herî sor e

© REUTERS / Vincent Kessler
Ewropa
Lînkê kurt
0 41

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Jean-Claude Juncker derbarê vegerandina sizaya îdamê de axivî û got ev yek xeta me ya herî sor e.

Juncker li ser vegera sizaya îdamê ya Tirkiyeyê de hin daxuyanî da û diyar kir ku Tirkiyeya ku sizaya îdamê lê heye ne mimkune ku beşdarî Yekîtiya Ewrûpayê  (YE) bibe.

Juncker di axaftina xwe ya rojnameya alman ya Rheinische Post de destnîşan kir ku gûftûgoyên di navbera Tirkiye û YEyê ji xwe bi awayekî de facto rawestiya ye û got biryara birîna gûftûgoyan jî wê welatên endam bidin.

‘EM Ê DI LÛTEKEYA NATOYÊ DE BI AXIVIN'

Junckerê ku diyar dike ku "Nayê wateya ku her gotin û tiştên ku Erdogan dibêje û dike bi min rast e" û wiha pê de diçe: "Rêzikên  ku ji bo beşdarbûna yekîtiyê hewce ne diyar in ji xwe û ew di peymana YEyê hatine eşkerekirin. Tirkiye wekî endama Konseya Ewrûpayê û endamê YEyê mecbûr e ku li gorî, qayîdeyên me yên bingehîn yê mafê mirovan û azadiyê  tevbigere. Di lûtkeya NATOyê ez ê pirsa ‘Pêşerojek çawa bo Tirkiyeyê difikire? Ligel Ewrûpayê an bê yî wê' li Serokkomar Erdogan bikim. Hêvî me bêje ligel Ewrûpayê."

XETA HERÎ SOR

Jean-Claude Juncker, cezayê îdamê wekî ‘xeta herî sor' ya YEyê  bi nav kir û got dema ku ceza paş de werê Tirkiye dê ji malbata Ewrûpayê veqete.

Bi heman mijarî:

Almanya rê nade hemwelatiyên tirk ji bo referandûma îdamê deng bidin
Erdogan: Em ê referandûmekê ji bo îdamê jî çêkin
Schulz: Bila Almanya destûrê nede dengdayîna referanduma îdamê ya Tirkiyeyê
Bahreynê biryara îdamê li 3 gumanbarên terorîstî birî
Etîketan:
sizaya îdamê, Jean-Claude Juncker
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de