08:55 21 Nîsan 2018
    penaber - Behra Spî - xeniqîn - koçber

    Li Deryaya Spî karesat: 80 penaber xeniqîn

    © REUTERS/ DARRIN ZAMMIT LUPI
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 40

    80 penaberên ku bi xeyala gihîştina welatên Ewropa ji Libyayê dixwestin derbasî Îtalyayê bibin di Deryaya Spî de xeniqîn.

    Demên dawî koçberiya herî zêde ku ji bo welatên Ewropayê pêk tê piranî bi ser rêgeha Libya û Îtalyayê ye û ev jî dibe sedema karesatên mezin. Li gorî ajansa nûçe ya ANSA ya Îtalyayê, keştiya Fiorillo dema ku li qeraxên Îtalyayê dewriye digeriya hinek penaber ji xeniqandinê rizgar kirin û ew birin limana Pozzalloyê. Li gorî agahiyên penaberan ku hatine rizgarkirinê li herêmê karesateke din qewimiye.

    40 PENABER HATIN RIZGARKIRIN

    Li gorî daxuyaniya penaberan, çend roj berê boteke ku 120 kes têde ne û ji Libyayê berê xwe didin qeraxên Ewropayê lê di Deryaya Spî de bot avê hildigire û piştî demekê ji ber giraniyê binav dibe. Ji wî 120 penaberî 40 jê ji di deryayê de tê rizgarkirin, lê 80 kesên mayîn di deryayê de dixeniqin.

    Bi heman mijarî:

    Merkel: Em Tirkiyeyê rexne dikin, lê ji bo 3 milyon penaber gelek tişt kirin
    IOM: Di nava 4 mehan de li Deryaya Spî hezar û 89 penaber xeniqîn
    Wezîrê tirk: Em mehê 15 hezar penaber bişînin Ewropa bila şaş bibin
    Dadgeha Îsraîlê: Kesên li Qudsê ji dayîk bûne, ne penaber, şêniyên herêmê ne
    DAIŞê li Herêma Kurdistanê 385 penaber revand
    Etîketan:
    Li Deryaya Spî 80 penaber xeniqî, Penaberên efrîqî, Libya, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de