16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Emmanuel Macron

    Emmanuel Macron bû serokomarê Fransayê

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4021

    Encamên ewil ên hilbijartinên tura duyem a serokomariya Fransayê diyar bûn.

    Li gor encamên hatine ragihandin, namzedê Serokomariyê Emmnauel Macron bi wergirtina 65.1 ji sedê dengan bû serokomarê nû yê Fransayê.

    Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron 39 salî ye û xwe ne wekî çepgir ne jî rastgir binav dike. Piştî diyarbûna encamên hilbijartinan tê pêşbînîkirin ku Macron gotareke serkeftinê pêşkeş bike.

    Di tura duyemîn a hilbijartinên serokomariya Fransayê ku 7ê Guanê birêve çûn de, Serokê Tevgera Meşê (Em Marche) Emmanuel Macron û namzeda Eniya Niştîmanî (FN) Marine Le Pen ketin hilbijartinê.

    Macron di tura yekemîn a 23yê Nîsanê de 24%ê dengan, Le Pen jî 21%ê dengan wergirtibû û her du namzed mabûn tura duyemîn.

    Di hilbijartina tura duyemîn a serokomariyê de 65.3%î yê dengdêrên Fransî beşdarî kir.

    Bi heman mijarî:

    YNK û Gorran dê li Silêmaniyê bicivin
    Bi şêwra 3 dewletan hêza profesyonel a Pêşmerge tê avakirin
    Erdogan serdana Kuweytê dike
    Belçîkayê ji bo cezayê îdamê hişyarî da Tirkiyê
    Encamên hilbijartinên serokomariya Fransayê: Macron li pêş e
    Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
    Berpirsê DAIŞê 'Xalid Bin Welîd' hat kuştin
    Etîketan:
    Hilbijartina Serokomariyê, Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de