08:26 26 Îlon 2017
Zindî
    Baregeha NATO li Brukselê

    Belçîkayê ji bo cezayê îdamê hişyarî da Tirkiyê

    © Foto: NATO
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1530

    Piştî Almanyayê, Belçîkayê ji bo referandûma cezayê darvekirinê ya Tirkiyê bertek nîşan da û got, ew nahêlin dengdêrên Tirk li welatê wan biçin ser sindoqan.

    Berdevkên partiyên herêma Flamanê yên Belçîkî derbarê cezayê darvekirinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û dan xuyakirin ku cezayê darvekirinê li dijî hemû nirxan e û ew dê ji bo astengkirinê serî li hemû rêyên yasayî bidin.

    Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel jî da xuyakirin, eger Tirkiye bixwaze ji nû ve yasaya cezayê darvekirinê bixe referandumê, ew rê nadin ku li Belçîkayê sindoq werin danîn.

    Berî niha jî hikûmeta Almanyayê li dijî referandûma cezayê darvekirinê derketibû û gotibû, ew li dijî destûra wan û nirxên Ewropayê ye û ew nahêlin li nûnertiyên Almanyayê dengdana cezayê darvekirinê bê kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Nivîsgeha Qamişlo ya ENKSê ji nû ve hat vekirin
    Berpirsê DAIŞê 'Xalid Bin Welîd' hat kuştin
    Polîsan desmala kesk û sor û zer şewitand û 2 kes jî binçav kir
    Lavrov: Hevdîtina Pûtîn û Trump ji bo encamên berçav pêwîstiyek e
    Kanada û Amerîka alîkariyên leşkerî ji Pêşmerge re dişîne
    Etîketan:
    Cezayê Îdamê, Tirkiye, Belçîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de