08:04 24 Îlon 2017
Zindî
    Marine Le Pen û Emmanuel Macron

    Dengdayîna hilbijartina tura duyemîn a serokomariya Fransayê birêve diçe

    © REUTERS/ Charles Platiau
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1720

    Dengdayîna tura duyemîn ya hilbijartina serokomariya Fransayê îro berê sibehê li wî welatî destpê kir.

    Wek tê zanîn di tura yekemîn de li gorî encaman namzedê serbixwe Emmanuel Macron ji sedî 23.82ê dengan wergirt bû û namzeda Partiya Niştîmanî Marine Le Pen jî ji sedî 21.58ê dengan wergirti bû.

    Herwiha di hilbijartina îro de Emmanuel Macron yan jî Marine Le Pen dê ji bo serokomariya Fransayê were hilbijartin.

    ENCAMÊN HILBIJARTINÊ BI ŞEV DIYAR DIBIN

    47 mîlyon hilbijêrên frensî di hilbijartina îro ya serokomariya Fransayê de wê dengê xwe bidin. Di tura yekêm de ji sedî 78 hilbijêran dengê xwe da bûn û tê pêşbînîkirin ku rêjeya tevlîbûnê li gorî tura yekemîn kêmtir be.

    Li seranserê Fransayê sibehê seet li 08.00an dengdan destpê kir û seet 19.00an diqede. Piştî dengdayîn qediya wê anketên derketina sindoqan werin parvekirin. Piştî nîvê şevê doneyên nefermî yên hilbijartinê wê ji terefê Wezareta Navxweyî ve werin eşkerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Amerîka, Îngilistan û Fransa ji bo çûna Esad fikrsabît in
    Fransa: Em dixwazin ji bo dawîanîna şerê Sûriyê bi Rûsyayê re hevkariyê bikin
    Fransa: "Hê em negihîştine asta mueyîdeyên ser Rûsyayê"
    Fransa: Ji serokwezîrtiyê îstifa kir, bû namzedê serokomariyê
    Fransa: Me pêşî li ber êrîşeke terorî girt
    Etîketan:
    Hilbijartina Fransayê destpê kir, Marine Le Pen, Emmanuel Macron, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de