13:26 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Macaristan Başbakanı Viktor Orban

    ‘Bêaramiya Tirkiyeyê wê serê me hemûyan têxe belayan'

    © Sputnik/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 8522

    Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban di axaftina xwe de ragihand ku divê divê em piştgiriya aramiya Tirkiyeyê bikin, heke li wir îstîqrar tunebe wê serê me hemûyan têkeve belayan.

    Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban piştî axaftina xwe ya Lijneya Giştî ya Parlamentoya Ewropayê civîneke çapameniyê li dar xist. Orban di bersivdayîna pirsekê de got: "Piştî referanduma 16ê Nîsanê ya guherandina Destûra Bingehîn ez li Serokomarê

    Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan geriyam û mine w pîroz kir. Lewma aramiya Tirkiyeyê ji bo Yekîtiya Ewropayê pir girîng e. Divê em piştgiriya aramiya Tirkiyeyê bikin, heke li Tirkiyeyê aramî û îstîqrar tunebe dê serê me hemûyan têkeve belayê."

    'EZ PIŞTGIRIYA ARAMIYÊ DIKIM'

    Orban di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pêşengiya Ewropayê divê aramîbûna Tirkiyeyê be, heke eksê wê bibe dê hemû herêm bibe wekî pîzotên agir û guvaşa ser Ewropayê wê derkeve asteke ku nayê tehemulkirin. Ji bo vê ez piştgiriya Erdogan a ku dixwaze jiyaneke bi aram a siyaseta tirk ava bike dikim."

    Bi heman mijarî:

    Serokê Macaristanê: "Em ê hêza polês û leşkeran li sînor zêde bikin."
    Qeyrana sînorî di navbera Awistriya û Macaristanê de derket
    Koçberên kurd li ser sînorê Sirbistan-Macaristanê bêkes mane
    Li Macaristanê 80 kesî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
    Pêşmergeyên birîndar wê li Macaristanê bên dermankirin
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Serokwezîrê Macaristanê, Recep Tayyip Erdogan, Vîktor Orban, Ewropa, Tirkiye, Macaristan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de