09:34 24 Îlon 2017
Zindî
    Hilbijartinên Serokomariya Fransayê - 23 Nîsan 2017

    Hilbijartina Serokomariya Fransayê: Le Pen û Macron man gera duyem

    © REUTERS/ Emmanuel Foudrot
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2530

    Encamên destpêkê yên hilbijartina Serokomariya Fransayê diyar bûn. Namzedên serokomariyê Le Pen û Macron mafê beşdarbûna gera duyemîn a hilbijartinê bi dest xistin.

    Li gorî encamên derketina ji sindoqan ên pêşî Serokê Tevgera Meşînê ya siyaseta navendî Emmanuel Macron û rastgirê tundrew Marine Le Pen a Seroka Partiya Eniya Netewî mafê gera duyem a hilbijartina serokomariya Fransayê bi dest xistin.

    Li gor encaman namzedên serokomariyê Le Pen bi rêjeya 24.15%î yekemîn e, Macron jî bi rêjeya 21.43%î bûye duyemîn.

    Piştî diyarbûna encamên gera yekem a hilbijartina serokomariyê, 7ê Gulanê jî gera duyem a hilbijartinê pêk tê ku Macron yan jî Le Pen dê ji bo serokomariya Fransayê were hilbijartin.

    Tê çaverêkirin encamên teqezî yên gera yekem a hilbijartinê 26ê Nîsanê werin eşkerekirin û 14ê Gulanê piştî encamên gera duyem jî namzedê serkeftî posta serokomariyê ji Serokomarê Fransayê yê niha François Hollande werbigire.

     

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em ê li rêya lihevkirinê bigerin, nebe em ê di rêya xwe de herin
    Necmedîn Kerîm: Budçeya Kerkûkê Herêma Kurdistanê dide
    Rûsya: Teqîna otomobîla TEHEyê provokasyon e
    ‘Ne ji Lenîn bûya, dê Rûsya biketa rewşa Awistirya-Macarîstanê’
    PDK û YNKê biryarên civîna dualî ragihandin
    Di xwepêşandana piştevaniya girtiyên Filîstînî de 3 kes birîndar bûn
    YNK û PDKê li ser dema referandûmê li hev kir
    Puşkov bo dawîanîna muzakereyên YEyê: Wê Erdogan bi serbestî avjeniyê bike
    Ji Çînê banga arambûn û diyalogê
    Etîketan:
    Macron, Le Pen, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de