03:15 26 Gulan 2018
Ala Almanya û Tirkiyeyê

Di sala dawî de zêdetirî 7 hezar tirk îltîcaya Almanyayê kirin

© REUTERS / Hannibal Hanschke
Ewropa
Lînkê kurt
0 32

Li gorî çapameniya Almanyayê, piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi sedan karmendên dewleta tirk îltîca kirin û di nava van de jî yên herî zêde jî dadger in.

Kovara Der Spiegel a alman di nûçeya xwe ku dispêre Daîreya Koç û Koçberî ya Federal (BAMF) piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi sedan karmend û xebatkarên saziyên fermî yên dewleta Tirkiyeyê ji bo îltîcayê serî li Almanyayê dan. Li gorî nûçeyê ji sala 2016an ve hejmara tirkên ku ji bo îltîcayê çûne Almanyayê ji 7 hezaran bihuriye.

‘DADGER WÊ SERÎ LI DMMEYÊ BIDIN'

Li gorî Der Spiegelê di nava kesên ku îltîcayî Almanyayê kirine de dadger û dozgerên ku li Tirkiyeyê ketin taqîbatê jî hene û ev dadger hê jî sûcên xwe nizanin. Herwiha dadger û dozgerên ku ji wezîfeyê hatin dûrkirin û îltîcayî Almanyayê kirine amadehiyê dikin ku serî li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bidin.

Bi heman mijarî:

Almanya: Em ji hevkariya li Sûriyeyê yên Rûsya Tirkiye û Îranê bifikar in
Almanya: ‘Tirkiye wekî lîstika mişk û pisîkê bi me dilîze'
Parlamenterê Almanya: Erdogan ji bo Tirkiye û gelên cîhanê xeter e
Amerîka, Almanya, Brîtanya, Fransa, Qatar, Tirkiye û Erebistana bangî Rûsyayê kirin
Etîketan:
Dadger û dozger îltîcaya Almanyayê dikin, Daîreya Koç û Koçberî ya Federal (BAMF), Kovara Der Spiegel, Tirkiye, Almanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de