15:56 22 Mijdar 2017
Zindî
    Marine Le Pen

    Le Pen Merkelê rexne kir: Ji ber wê Tirkiye şantajê dike

    © REUTERS/ Christian Hartmann
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1530

    Maria Le Pen a rastgir a ku wekî endama herî xurt a hilbijartinên serokkomariyê ya Fransayê tê dîtin beriya hilbijartinê bi çend rojan Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê bi awayekî tund rexne kir.

    Beriya hilbijartiê bi çend rojan Le Pen duh êvarî beşdarî bernameyek televîzyonê bû û ji ber qeyrana  penaberan Merkelê rexne kir û diyar kir ku wê hişt ku ‘Tirkiye şantajê li Ewrûpayê bike.'

    ‘XETAYEK MEZIN A SIYASÎ DIKE'

    Seroka Partiya Cepheya netewî (Front National) Marine Le Pen îdia kir ku Merkel xetayek mezin ya siyasî dike got Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan ji dema ku peymana penaberan ya di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê (YE) hatiye qebûlkirin ‘Tirkiye hema hema her hefte bi şandina bi awayekî girseyî a penaberan ya Ewrûpayê tehdit dike."

    Le Penê diyar kir ku dema ku roja şemiyê wekî serokkomar bê hilbijartin wê ‘sînorên netewî yê Fransayê ji nû ve' bigre.

    Bi heman mijarî:

    Le Pen xwest, Fransa ji YEyê bi Frexita dostane cuda bibe
    Parlamena Ewropayê ji ber parvekirinên DAIŞê parêzbendiya Le Pen rakir
    Le Pen: "Dema qedandina Yekîtiya Ewropayê hatiye"
    Le Pen wê Fransayê ji NATOyê jî derxe
    Etîketan:
    xetaya siyasî, rastgira tund, Marine Le Pen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de