11:45 21 Hezîran 2018
Li Paytexta Fransayê Parîsê Êrîş

Li Parîsê êrîşa çekdarî: DAIŞê êrîş li xwe girt

© AFP 2018 / THOMAS SAMSON
Ewropa
Lînkê kurt
0 24

Li paytexta Fransayê Parîsê di encama êrîşeke çekdarî de polîsekî Fransî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji 2 êrîşkaran yek ji wan hatiye kuştin. Di malperên nêzî rêxistinê de hat ragihandin ku berpirsiya êrîşa Parîsê DAIŞê li xwe girtiye.

Êrîşa li paytexta Fransayê Parîsê li ser Kolana Şanzelîze (Champs Elysees) rû da ku hat ragihandin polîsên hêzên taybet li cihê bûyerê operasyon dane destpêkirin.

Tê ragihandin ku dibe li cihê bûyerê 2 êrîşkar hebin. Li gor zanyariyan êrîşkarek hatiye kuştin, lê derbarê êrîşkarê duyem de ti agahî hîn nehatin belavkirin.

​Ajansa Reutersê nûçeyên li ser mirina polîsekî din ê birîndar ragihand ku ew nûçe nerast e.

​Polîsê Fransî bûyera Kolana Şanzelîzeyê (Champs Elysees) wekî êrîşeke terorê pêşbînî dikin.

Piştî bûyerê Champs Elysees ji trafîkê re hat girtin.

DAIŞÊ ÊRÎŞ LI XWE GIRT

​Li ser malperên nêzî rêxistina terorîst hat ragihandin ku êrîşa Parîsê ya Champs Elyseesê ya ser polîsan DAIŞê li xwe girtiye.

NASNAMEYA ÊRÎŞKAR DIYAR BÛ

Hat eşkerekirin ku nasnameya êrîşkarê Parîsê hatiye diyarkirin. Lêkolîn li ser tê kirin ka êrîşkar bi serê xwe bûye yan kesên din jî pê re hebûn.

Li gor daneyên hîn nehatine piştrastkirin, êrîşa kesekî 39 salî yê li Fransayê jidayik bûye ye.

 

Etîketan:
şanzelîze, êrîş, Parîs, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de