01:18 19 Kanûn 2017
Zindî
    François Hollande

    Hollande: Ji bo Sûriyeyê divê bi hev re stratejiyek were meşandin

    © Foto: Sputnik/ Sergey Guneev
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 30

    Serokomarê Fransayê François Hollande diyar kir ku ji bo çareseriya qeyrana Sûriyeyê divê civaka navdewletî bi hev re tevbigere.

    Piştî ku Amerîkayê li baregeha hewayî ya Şayratê ya li bajarê Himûsê yê Sûriyeyê xist, Lijneya Ewlehî ya Neteweyî ya Fransayê li Qesra Elyseeyê bi awayekî awarte li hev civiya.

    ​Di encama civînê de daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Serokomarê Fransayê François Hollande di daxuyaniyê de ji bo civaka navdewletî banga yekîtiyê kir û ev tişt gotin: "Stratejiyeke hevpar a wê bi hev re were meşandin, wê li Sûriyeyê aşitî, îstiqrar û ewlehiyê pêk bîne."

    ​Hollande dest nîşan kir ku welatê wan wê bi hevkarên din ên Ewropayê di bin sîwana NY de piştgiriya xwe ya ji bo Amerîkayê bidomîne û got, "Geşedanên vê dawiyê didin nîşan divê him operayonên li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê yên werin meşadin him jî li Sûriyeyê mizakereyên derfetê didin pêvajoyeke demkî yên ku ji aliyê her kesan ve tê qebûlkirin, werin bipêşxistin.

    Bi heman mijarî:

    DYA: Nêzîkî 20 balafirên şerî yên Sûriyeyê hatin ruxandin
    Medvedev: Hat dîtin ku Trump dikare bi hêrs şerê hikumeta Sûriyeyê bike
    ‘Rûsya firkateyna Amîral Grîgoryevîç dişîne Sûriyeyê ye'
    Dîmenên lêxistina baregeha hewayî li Sûriyeyê ya Amerîkayê
    Îran: DYAyê bi hincetên sexte li Sûriyeyê da
    Pûtîn ji bo Sûriyeyê bi Encûmena Ewlekariya Rûsyayê re civiya
    Etîketan:
    stratejîk, Sûriye, Serokomarê Fransayê, François Hollande, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de