02:16 18 Sibat 2018
Zindî
    Kamuran Yuksek - Kongreya Ewropayê

    Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Konseya Ewropayê rapora Tirkiyeyê pejirand

    © Sputnik/
    Ewropa
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30

    32mîn Kongreya Rêveberiyên Heremî a Ewropayê ku li Strazburgê hat lidarxistin pêşnûmeya biryarên tayinkirina qeyûman ên li Tirkiyeyê 45 dewletan dengen erê bikar anîn. Lê Tirkiye û Azerbaycanê jî dengên na bikar anîn.

    Şandeyekê di bin rêveberiya Hevserokê BDPê Kamuran Yuksek ji bajarên kurdan beşdarî 32. Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropa li Strazburgê pêk hat. Hate ragihandin ku rapora derbarê rewşa herêmên li Tirkiyeyê ku ji aliyê Anders Knape ve hatibû amadekirin, hatiye nîqaşkirin.

    Piştî nîqaş kirina raporê, pêşnûmeya biryarên têkildarî ya tayinkirina qeyûman ên li Tirkiyeyê bi dengên 45 welatan hat qebûlkirin. Hate diyarkirin ku Tirkiye û Azerbeycan dengê na bikar anîne.

    Hin pêşniyarên konseyê wiha ne:

    * Tê dîtin ku girtinên li hemberî hilbijarên herêmê bi bingeha sûcê terorîzme pêk tên, ev pênaseya terorîzmê ji aliyê organên Konseya Ewropayê, Yekitîya Ewropayê û rêxistinên di yên navnetewî ve tên rexnekirin û ev kiryar li dijî kiryarên dewletên ku endamên Yekitîya Ewropayê ne.

    * 82 Hevşaredarên li bajarên Tirkiyeyê ji kar hatine dûrxistin û li şûna wan jî qayûm hatine tayînkirin, ev yek tê wê wateyê ku bi awayekê herêmî demokrasi hatiye rawestandin. Bi vê kiryarê xizmetên van şaredariyan hate rawestandin û mafê nûnertiya 6 milyon welatiyan hatine binpêkirin. Ev tê wê wateyê ku xala 7mîn hatiye binpêkirin.(Kesên ku bi awayeke herêmî hatine hilbijartin bi awayekê azad divê peywira xwe bicih bînin)

    * Wezirê Navxeyî Tirkiyeyê giştînameya ku di 11ê Mijdara 2016an de ji walitîyan re şand de pergela hevserokatiyê weke sûc nîşan daye û ev yek dibe metirsiyê diafirîne.

    Bi heman mijarî:

    Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
    Qeyûm hate şandin bo şaredariya Bêşebabê
    Wezaretê qeyûm tayînî Şaredariya Atabagiyê kir
    ‘Rewşa Awarte û qeyûm li Amedê bû fersenda rantê'
    Qeyûm li Amedê navendeke jinan girt
    Qeyûm ji bo şaredariya Pîran a Amedê hat tayînkirin
    Etîketan:
    na, qebûl, qeyûm, deng, rapor, Kamuran Yuksek, Strasburgê, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de