23:50 21 Sibat 2018
Zindî
    Pêşbirk - Futbol

    Fûtbolîstê kurd dê li Borussia Dortmundê bilîze

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 81

    Tîma Borussia Dortmundê peymanek bi fûtbolistê kurd ê Mehmûd Dawid ê ku di tîma Borussia Monchengladbach de dilîze re îmze kir. Herdû tîman ragihand ku fûtbolîst di werza bê de dê dest bi lîstina di nav tîma xwe ya nû de bike."

    Li gorî nûçeyên di medyayê de cih girtine, Dawûd dê destpêka meha Temûza bê tev li tîma xwe ya nû bibe ku ev peyman heta sala 2022an de dê dewam bike lê nehat eşkerekirin bê nirxê vê peymanê çiqas e.

    Mehmûd xortekî ji bajarê Amûdê yê Rojavayê ye.

    Hêjayî gotinê ye ku EUFAyê par navê Mehmûd Dawûd xistibû nav wê lîsteyê ya ku 40 fûtbolîstên herî baş ên temenê wan kêmî 21 salan e ji bo ku bibe namzet bo xelata Lawê Zêrîn(golden Boy).

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê bi sedema fûtbolê 9 zarok kuştin
    Serokkomarê Tirkiyeyê: Wek pêgogê, siyaset jî lîstikeke tîman e
    Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê: Tirkiye ewlehiya maçê mîsoger kir
    DW: Wezareta Werzîşê ya Tirkiyê dest danî ser qeydên me
    Etîketan:
    Borussia Dortmund, Mehmûd Dawûd, Rojava, Amûdê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de