06:36 20 Sibat 2018
Zindî
    konseya ewrûpayê û kamuran yuksek

    Konseya Rêveberiyên Herêmî a Konseya Ewrûpayê 'rapora qeyûman' pejirand

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 32

    Di 32emîn Kongreya Rêveberiyên Heremî a Ewrûpayê ku Strazburgê pêk hat de pêşnumeya biryaran ya têkildarî tayinkirina qeyûman li Tirkiyê, bi erê kirina 45 dewletan hat pejirandin.

    32. Kongreya Rêveberiyên Heremî a Ewropa li Strazburgê pêk hat. Bi serokatîya Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek şandeyek ji bajarên kurda jî beşdarî kongreye bûn. Di kongreyê de rapora bi sernavê "Rapora di derheqê rewşa revebirên heremî yên Tirkiyê" ya ku raportor Leendert Verbeek û raportor Anders Knape sala çu di serdana xwe ya Tirkiyeyê de amade kiribûn hat nîqaş kirin.

    Piştî hevdîtina raporê di pêşnûmeya biryaran ya têkildarî tayinkirina qeyûman li Tirkiyê ji xeynî Tirkiyê û Azerbaycan ve bi erê kirina 45 dewletan hat pejirandin.

    Hinek biryarên bi pêşniyarî wiha ne:

    * Tê dîtin ku girtinên li dijî hilbijarên heremî bi bingeha sûcê terorizme pêk tê, ev pênaseya terorîzmê ji aliyê organên Konseya Ewropa, Yekitîya Ewropa û rêxistinên di yên navnetewî ve tê rexnekirin û ev kiryar li dijî kiryarên dewletên ku endamên Yekitîya Ewropa ye.

    * Li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê 82 bijareyên şaredariyan ji kar hatine dûrxistin û li şûna wan kesên ku hatine tayînkirin hatine destnîşankirin, ev yek tê wê wateyê ku bi awayeke herêmî demokrasî hatiye rawestandin. Bi vê kiryarê xizmetên van şaredariyan hate rawestandin û mafê nûnertiya 6 milyon welatiyên tirk hate binpêkirin. Ev tê wê wateyê ku xala 7. Hatiye binpêkirin.(Kesên ku bi awayeke herêmî hatine hilbijartin bi awayeke azad bikaribin peywira xwe cîbicîbikin)

    * Wezirê Navxeyî di giştînameya ku di 11 Mijdara 2016an de ji walitîya re şand de pergela hevserokatiyê weke suc nîşan daye û ev yek dibe metirsiyê diafirîne.

    Bi heman mijarî:

    Derince: Li şûna kreşên ku qeyûman dest danîn ser dê alternatîvên nû derkevin
    Bajarên kurdan bûne navendên qedexe û qeyûman!
    Partiyên din ên kurdan li ser qeyûman çi dibêjin?
    Nûnera YEyê ji bo tayînkirina qeyûman daxuyanî da
    Huda Par: Em li dijî qeyûman in
    Etîketan:
    ropara qeyûman, erêkirin, kamuran yuksek, Strazburg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de