16:35 22 Hezîran 2018
Jean-Claude Juncker

Ji Juncker bo Trump: Ez jî daxwaza veqetandina Teksasê ji Amerîkayê dikim

© REUTERS / VINCENT KESSLER
Ewropa
Lînkê kurt
0 40

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker bersiv da Serokê Amerîkayê Donald Trump û ragihand ku ez jî daxwaza veqetandina Teksasê ji Amerîkayê dikim.

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker bersiv da şîroveya Serokê Amerîkayê Donald Trump a veqetandina Îngîltereyê ji Yekîtiya Ewropayê û got: "Heke wisa dewam bike ez ê jî daxwaza serxwebûna Ohioyê û veqetandina Teksasê ji Amerîkayê bikim."

Jean-Claude Juncker di civîneke Yekîtiya Ewropa li Maltayê de daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump yên derbarê veqetandina Îngîltereyê ji YEyê (Brexit) rexne kirin.

Juncker di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokekî ku li parzemîneke din hatiye hilbijartin ji bo veqetandina Îngîltere ji Yekîtiya Ewropayê destê xwe difirkîne û bangî welatên din dike ku heman tiştî bikin. Heke wiha dewam bike ez ê jî serxwebûna Ohioyê biparêzim û daxwaza veqetandina Teksasê ji Amerîkayê bikim."

Bi heman mijarî:

Juncker: Fatûreya Brexitê li Brîtanyayê 50 milyar sterlîn
Juncker: Ne ku YE naxwaze lê ji ber dilsariya Tirkiyeyê, dibe endambûnê wê pêk neyê
Juncker: Ez ji ber tawanbariyên Tirkiye yên Naziyan ecêb mam
Juncker: Pêwîste YE rola xwe ya bi îdia bêyî Amerîkayê jî bidomîne
Serokê Komisyona Ewropayê Juncker: Pêdiviya Tirkiyeyê jî bi Ewropayê heye
Etîketan:
Serokê Amerîkayê, Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Donald Trump, Jean-Claude Juncker, Ewropa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de