14:23 19 Sibat 2018
Zindî
    Angela Merkel

    Merkel: Em Tirkiyeyê rexne dikin, lê ji bo 3 milyon penaber gelek tişt kirin

    © REUTERS/ Stefanie Loos
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 42

    Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel di axaftina xwe de ragihand ku em Tirkiyeyê rexne dikin, lê ji bo 3 milyon penaber gelek tişt kirin.

    Recep Tayyîp Erdogan
    © AFP 2018/ Yasin Bulbul/Presidential Press Service
    Serokwezîra Almanyayê Angela Mergel li Maltayê di civîna Partiya Gel a Ewropayê de ku grûba herî mezin a Parlamentoya Ewropayê axivî û got: "Yekîtiya Ewropayê jî xeletî kirin, ji bo ku Yekîtiya Ewropayê li sînorên xwe yên derve xwedî derneket û cîranên xwe baş fêhm nekirin."

    Angela Merkel di axaftina xwe de got: "Berpirsyariya me ya însanî ji bo cîranê sînorê Ewropayê Sûriyeyê heye. Ma li vir berpirsyariya me ya însanî tuneye gelo? Ma em dikarin bejin ev berpirsyarî tenê ya Tirkiye, Ûrdun û Libnanê ye? Rastî ev e ku me guh neda fînansekirina kampên penaberan."

    Merkel di dirêjiya axaftina xwe de pesnê xebatên Tirkiye yên ji bo penaberan da û got: "Van rojan her çiqas em rexneyan bikin jî, Tirkiye ji bo 3 milyon penaber gelek tişt kirin. Rast bû ku Ewropa piştgiriya Tirkiyeyê da û divê vê alîkariyê bidomîne."

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan bo Merkel bersiva Deniz Yucel: Ma we PKKeyî teslîm kirin?
    Parlamentera tirk: Bila Erdogan lêborînê ji Merkel bixwaze
    Puşkov polîtîkaya Merkel a Tirkiye û Rûsyayê rexne kir
    Ji Merkel bo Tirkiyeyê: Tu niyeteke min ku ez di van provokasyonan de cih bigirin tuneye
    Merkel 2yê Gulanê li Moskowê bi Pûtîn re dicive
    Etîketan:
    Penaber, Yekîtiya Ewropayê (YE), Serokwezîra Almanyayê, Angela Merkel, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de