06:42 28 Gulan 2018
Belçika polisi

Di dema dengdayîna bo referandûmê ya li Brûkselê de şer: 3 kes birîndarbûn

© REUTERS / Francois Lenoir
Ewropa
Lînkê kurt
0 50

Di dema dengdayînê ya referandûmê bo guhertina destûra bingehîn ku li avahiya Serkonsolxaneyê ya li Brûkselê paytexta Belçîkayê pêk dihat de pevçûn derket. Li gorî agahiyên destpêkê bi kêrê 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin di navbera du komên dijber de di dema dengdayînê de şer derketiye.

REWŞA YEKÎ XEDAR E

Li gorî çapameniya Belçîkayê alîgirekî hikûmeta tirk 3 welatiyên ku bi eslê xwe kurd in birîndar kirye. Rewşa yek ji birîndaran ku ji zikê xwe birîndar bû ye xedar e.

​Piştî mudexaleya polêsên belçîkî, kesên birîndar bo derman kirine rakirine nexweşxaneyê.

LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN

Berdevkê polêsê Brûkselê İlse Van de Keere daxuyand ku bûyer gelek cidî ye û lêpirsîn dane destpêkirin.

Komekê ku bertek nîşanê kêrkêrina 3 kesan bidin, protesto li ber avahiya serkonsolxaneyê li dar dixin.

Bi heman mijarî:

Strana ‘Bêjin Na' ku HDP bo xebatên referandûmê bikar tîne hat qedexekirin
'Erdogan piştî referandûmê bi Trump re dicive'
Yanûkovych: Mijara nas kirina xweseriya Donbasê divê bi referandûmê bê çareserkirin
PAK, PDK-Bakur û PSK wê referandûmê boykot bikin
Etîketan:
dengdayîn, şer, referandûm, birîndar, Brûksel, Belçîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de