23:31 22 Nîsan 2018
    Jens Stoltenberg

    Stoltenberg: Civîna Konseya NATO-Rûsyayê erênî bû

    © REUTERS / Francois Lenoir
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 21

    Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku civîna îro ya Konseya NATO-Rûsyayê ‘bi dilsozî û erênî' derbas bû."

    Stoltenberg dest nîşan kir ku di mijara Ûkraynayê de di navbera hevkarên NATOyê û Rûsyayê de hêj dîtinên cuda hene.

    ‘REWŞA EWLEHIYÊ HÊJ JÎ SEDEMA ENDÎŞEYEKE MEZIN E'

    Sekreterê Giştî yê NATOyê ev tişt gotin: "Civîneke dirêj, bi dilgermî û erênî bû. Ji bo îsal civîna yekem a Konseya NATO-Rûsyayê bû. Hevkar û Rûsya di mijara Ûkrayna û derdora wê de hêj jî xwedî fikirên cuda ne. Mijara ku me pêşiyê gotûbêj kir, ev bû. Rewşa ewlehiyê hêj jî sedema endîşeyeke mezin e. Li Ûkraynaya Rojhilat binpêkirinên agirbestê gihîşt asta rekorê, pevçûnên dijwar didomin û hêj jî çekên giran şûnde nekişandine. Her wiha destûra çavdêrên AGITê jî nehatiye dayîn."

    Bi heman mijarî:

    Bankaya herî mezin a Rûsyayê xwe ji bazara Ûkraynayê vekişand
    Li Ûkraynayê gule hatin reşandin: Mirî û birîndar hene
    Agir girte cebilxaneya herî mezin a Ûkraynayê: 15 hezar kes hatin tahliyekirin
    Ûkraynayê derbasbûna nûnera Rûsya ya pêşbirka Eurovisionê qedexe kir
    Di navbera milîsên Donbass û artêşa Ûkraynayê de agirbest hat sazkirin
    Puşkov di warê 'dafika Ûkraynayê' de hişyarî da Trump
    Kremlînê bersiv da Qesra Spî: Em Kirimê nadin Ûkraynayê
    Etîketan:
    erênî, civîn, Konseya NATO-Rûsyayê, Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de