16:42 22 Gulan 2018
    Koçberên êzidî

    Ji Civaka Gelên di Bin Metirsiyê de, banga bo êzidiyan

    © AFP 2018 / AHMAD AL-RUBAY
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 31

    Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) ji Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku ew rê li ber girtina berpirsiyarên komkujiya êzdiyan veke.

    Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV) ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku ew  Dadgeha Cezayê a Nevnetewî ji bo dîtin û darizandina kesên ku destên wan di komkujiya êzidiyan de hene peywirdar bike.

    Pisporê Rojhilata Navîn ê Civaka di Bin Metirsiyê de (GfbV)  Kamal Sido, têkildarî banga xwe de li  Gottingenê daxuyaniye da û tê de got: " Divê sûcên şer ên DAIŞê ên li dijî êzidî û kêmarên din ên li Iraqê, êdî di bi awayekî hiqûqî bên sizakirin."

    Li gorî agahiyên civakê di encama êrîşa DAIŞê a di sala 2014an de a li dijî gundên êzidiyan de, 7 hezar kes hatine desteserkirin.  Mêrên êzidî ên ku misilmaniyê red dikin tên kuştin û jin jî tên revandin û îşkencekirin. Li gorî texmînan ji ber êrişên DAIŞê ên li Iraqê heta niha 5 hezar êzidî jiyana xwe ji dest dane û ji sedî 90ê wan jî cih û warên xwe terikandine.  Herwiha zêdetirî 3 hezaran jin û keç jî hatine revandin ji aliyê DAIŞê.

    Pisporên NYyê êrişên DAIŞê ên li dijî êzîdiyan wekî ‘komkujî' pejirand.

    Bi heman mijarî:

    Yazda nexşeya gorên komî ên êzidiyan çêdike
    Rewşa aloz ya siyasî li kampa êzidiyan jî da
    Li Herêma Kurdistanê saziyeke Êzidiyan hat girtin
    Parlementera kurd: Bo azadkirina êzidiyan Iraq 2 milyar dînar butce veqetand
    Etîketan:
    gfvb, ny, bang bo êzidiyan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de