14:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Gurcistan

    Ji bo welatiyên gurcî serdema bêvîze ya Schengenê destpê kir

    © Sputnik/ Alexandr Imedashvily
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1231

    Serbestiya bêvîze ya welatiyên Gurcistanê ji bo welatên Yekîtiya Ewropayê ji îro pê ve destpê kir. Serokwezîr Kvirikaşvili û hinek wezîr ji Tiflisê bêvîze derbasî welatên Ewropayê bûn.

    Serokwezîrê Gurcistanê Giorgi Kvirikaşvili, Wezîrê Derve Mikheil Janelidze, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Viktor Dolidze, Wezîra Perwerdeyê Aleksandre Jejelava, şagirtên penaber, nûnerên çand û hûnerê û endamên çapemeniyê li ser vexwendina Kvirikaşvili bi balafira Rêya Hewayî ya Gurcistanê cara yekemîn vêvîze çûne Atinaya Yûnanistanê.

    Kvirikaşvili berî firînê di axaftina xwe ya çapamenî de got: "Ji îro pê ve bi awayekî fermî hemwelatiyê gurcî bêvîze dikarin seyehetî welatên herêma Schengenê bikin. Ev serkeftineke mezin e. Seyeheta bêvîze wê derfetê bide hemwelatiyên gurcî ku Yekîtiya Ewropayê binasin."

    Serokwezîrê Gurcistanê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev biryara bêvîze encama xebateke mezin bû. Niha em ê herin paytextê çandî yê Ewropayê Atinayê û paşî ji wir jî em ê berê xwe bidin paytextê siyasî yê Ewropayê Brûkselê û li wir pîrozbahiyan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Gurcistan: Çatayev di serdema Saakaşvîlî de endamê îstîxbarata me bû
    Welatek ji Qafqasyayê: Gurcistan
    Tirkiye, Azerbeycan û Gurcistan wê tetbîqateke leşkerî lidarbixin
    Rûsya: Gurcistan, xebatên derbarê Abxazya û Osetyaya Başûr sabote dike
    Gurcistan derbarê îdiayên ku Zekeriya Oz û Adil Oksuz li Batumê ne daxuyanî da
    Etîketan:
    Welatiyên gurcî bêvîze dikarin derbasî welatên Schengenê bibin, Serokwezîrê Gurcistanê, Viktor Dolidze, Mikheil Janelidze, Giorgi Kvirikaşvili, Ewropa, Gurcistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de