10:25 20 Îlon 2017
Zindî
    Li ser pira Westminsterê gelek birîndar hene

    Êrîşa Londonê: 5 kuştî, 40 birîndar

    © REUTERS/ Toby Melville
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 9911

    Êrîşkarekî bi otomobîlekê li ser pira Westminsterê ya nêzîkî parlamentoya Îngilistanê da ser xelkên ku di rê de dimeşiyan û gelek kes birîndar kirin. Êrîşkar heta ber parlamenta Brîtantayê çû û li wir ji aliyê polîsan ve hat bêbandorkirin. Di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes jî birîndar bûn.

    19.22 Reutersê daxuyand ku jineke di bûyerê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

    Peyamnêrê Reutersê tîne ziman ku li ser pira Westminsterê ya nêzîkî parlamentoyê gelek birîndar hene.

    WESAYITEKÊ SIVÎL BINPÊKIRIN

    Hat gotin ku li ser pira Westminsterê wesayitekê di ser 5 kesan re derbas bû û ew kes binpêkirin. Şahidên bûyerê derbirîn ku ew wesayita li mirovan qelibî û heta avahiya parlamentoyê hat û gotin wan paşê dengê çekan bihîstine.

    ÊRÎŞKAREKÎ BI KÊR HAT LÊDAN

    Parlamenterekî ku di dema bûyerê de li parlamentoyê bû, diyar kir ku kesekî bi kêrê êrîş bir ser polîsa, hat lêdan.

    POLÎS: EM BÛYERÊ WEKÎ ÊRÎŞEKE TERORÊ DINIRXÎNIN

    Hemû deriyên parlamentoyê hatin girtin û hemû xebat hatin rawestandin. Polîsên Îngilîz bûyerê wekî êrîşeke terorê dinirxînin û ofîsa Serokwezîriyê dest nîşan kir ku Serokwezîra Îngilistanê Theresa May di ewlehiyê de ye.

    ​Bûyer di salvegera yekemîn a êrîşa bajarê Brukselê yê Belçîkayê de pêk hat.

    DAXUYANÎ JI RÛSYAYÊ

    Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku bi awayekî eşkere tê dîtin ku bûyera li Londonê ji berê de hatiye plankirin. Wezaretê anî ziman ku li Balyozxaneya Rûsya ya li Londonê xeta qeyranê hatiye vekirin û hişyarî da welatiyên li Londonê, da ku baldar bin.

    Balyozxaneya Rûsya ya li Londonê hişyarî da ku ew ji bo tespît bikin ku di bûyerê de welatiyên Rûsî jî birîndar bûne an na,bi saziyên Îngilîz re di têkiliyê de ne.

    ZAXAROVA: JI HÛRGILIYÊN BÛYERÊ WERIN FÊMKIRIN EM BI SAZIYÊN ÎNGILÎZ RE DI TÊKILIYÊ DE NE

    Berdveka Wezareta Karên Derve eya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku ji bo hûrgiliyên bûyera li Londonê werin fêmkirin ew bi saziyên Îngilîz re di nava têkiliyê de ne.

    HIŞYARIYA WESAYITA BI GUMAN

    Polîsên Îngilistanê diyar kir ku wesayiyeteke bi guman heye û da zanîn ku herêm hatiye valakirin.

    PARLAMENTOYA SKOÇYAYÊ DANIŞÎNA XWE DA RAWESATNDIN

    Parlamentoya Skoçyayê ji ber bûyerên qewimîn, danişîna xwe ya bi mijara referanduma serxwebûnê da rawestandin.

    Agahî tên…

    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de