14:05 26 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerê alman

    Almanya naxwaze çekan bifiroşe Tirkiyeyê

    © AP Photo/ Arno Burgi
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1512

    Li gorî zanyariyên berdest, di sala 2016an de hikûmeta Tirkiyeyê 11 caran daxwaza kerîna çekan ji Almanyayê kir û her carê jî ev daxwaza wê hat redkirin.

    Wezîrê Aborî yê Almanyayê di bersivdayîna pirsa parlamenterê Partiya Çepgir Jan van Akend de ev agahî serast kir. Akend têkildarî bazirganiya çekan a di navbera Tirkiye û Almanyayê de pirsnameyek da hikûmeta federal. Pirsname ji hêla Wezareta Aboriyê ve hate bersivandin.

    Li gorî bersiva wezaretê serlêdana Tirkiyê ya ji bo çekên sivik, cebilxane û malzmeyên din ên çekan nehatiye qebûlkirin. Musteşarê Wezaretê Matthîas Machînîng di bersivê de diyar kir ku rewşa binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyê di vê biryarê de bûye xwedî ristekî girîng. Di bersivê de hate gotin hikûmeta Almanyayê metirsîdar e ku ji hewldana derbeyê ve Tirkiye van çekan ji bo tepesekirina pirsa kurd û kêşeyên navxweyî bi kar bîne.

    Derbarê vê mijarê de parlamenterê Partiya Çepgir Van Aken ji medyaya Almanyayê re got: "Heke Tirkiye vê helwesta xwe bidomînê wê rêvebiriya Almanyayê qet çekan nefiroşe."

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan bo Merkel bersiva Deniz Yucel: Ma we PKKeyî teslîm kirin?
    Belçîka derbarê wezîra kurd de daxuyaniyek da: Em ê nehêlin ku Erdogan me bitirsîne
    Schulz: Gotinên Erdogan 'bêedebî' ne
    Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan: Em ê îdamê bînin
    Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
    Etîketan:
    Almanya naxwaze çekan bifiroşe Tirkiyeyê, Parlamenterê Partiya Çepgir a Almanyayê, Jan van Akend, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de