22:23 24 Îlon 2017
Zindî
    Hewldana derbeya leşkerî

    Norveçê îltîcaya leşkerên tirk qebûl kir

    © AP Photo/ Emrah Gurel
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1020

    Hat ragihandin ku Daîreya Koçber a Norveçê îltîcaya 4 leşkerên tirk û ataşeyekî leşkerî ku li NATOyê wezîfedar bûn qebûl kir.

    Her 4 leşkerên serbaz û ataşeyê leşkerî piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê ji bo îltîcayê serdana Daîreya Koçber a Norveçê kiribûn. Piştî biryara qebûlkirina îltîcayê leşkeran mafê niştecih û xebatê bi dest xistin.

    Parêzerê leşkerên tirk ku ji bo îltîcayê serî li Norveçê dabûn Kjell M. Brygfjeld serast kir ku Norveçê serdana îltîcaya leşkerên tirk hatiye qebûlkirin.

    Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê hikûmeta Tirkiyeyê daxwaz ji leşkeran kiribû ku vegeran welat lê leşkeran di hevpeyvîna xwe ya rojnameya VGyê de gotibûn ‘tu eleqeya me bi derbeyê re tuneye û heke em vegerin Tirkiyeyê em ê werin girtin'.

    Bi leşkerên tirk re îltîcaya malabatên wan jî hate qebûlkirin û niha li Norveçê li navnîşaneke veşartî jiyana xwe didomînin.

    Bi heman mijarî:

    Piştî hewldana derbeyê ji Tirkiyeyê 408 kesan îltîcaya Swîsrayê kir
    Gelek dîplomatên tirk îltîcaya Swîsrayê kirin
    Serokwezîrê Misrê: "Em dikarin îltîcaya Gulen binirxînin"
    Fermandarekî tirk li NATOyê îltîcaya Amerîkayê kir
    Etîketan:
    Leşkerên tirk îltîcayî Norveçê kirin, Daîreya Koçber a Norveçê, Parêzerê leşkerên tirk ku îltîcaya Norveçê kirin, Kjell M. Brygfjeld, Tirkiye, Norveç
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de