03:40 30 Adar 2017
Zindî
    Johannes Hahn

    Hahn: Endambûna Tirkiyeyê di YEyê de, roj bi roj zehmettir dibe

    © AFP 2017/ Jure Makovec
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1310

    Komîserê ji Berfirehiya Yekîtiya Ewropayê(YE) berpirsyar Johannes Hahn roportajeke taybet da rojnameya alman Bildê û tê de diyar kir ku Tirkye roj bi roj dûrî YEyê dikeve û endamitiya wê di yekîtiyê de dûrî rasteqîniyê diçe.

    Hanh di hevpeyvîna xwe bi Bildê re diyar kir ku" Tirkiye ji mêj ve dest pê kiriye ji YEyê dûr bikeve" û got, "helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a otorîter û planên wî yên guhertina Destûra Bingehîn a danîna pergala serokatiya, tê wateya ku pişta xwe bidin YEyê."

    Herwiha rayedarê ewropî diyar kir ku endamîtiya Tirkiyeyê di YEyê de roj bi roj "dûrî rasteqîniyê diçe" û diyar kir ku ihtimal heye welatên YEyê di demeke kurt de gotûbêjên endamîtiyê bi Tirkiyeyê re bi dawî bikin.

    DIBE BIRYARA ENDAMÎTIYÊ JI NÎ VE WERE NIRXANDIN

    Hahn diyar kir ku wan biryar daye ku di meha Berfanbarê de gotûbêjên endamîtiyê berdewam bikin û anî ziman ku geşepêdanên nû pêk werin dibe ku rewşê ji nû ve binirxînin.

    Hahn gotinên siyasetmedarê tirk ên  'sepandinê Naziyan" bi tundî red kirin.

    Ji aliyê din ve, Hahn diyar kir ku niha nayê fikirîn ku vîzeyê ji bo welatiyên tirk bisepînin û wiha dewam kir: Heta Tirkiye guhertina qanûna têkoşîna li dijî terorê û tetbîqatê li ser rexnegirên desthilatê red bike, ne pêkan e ku vîze rabe.

    "BANGA QEDEXEYKIRINA HATINA SIYAESTMEDARÊN TIRK"

    Reiner Haselhoff Serokwezîrê Parêzgeha Anhalt Saksonyayê ya Almanyayê Reiner Haselhoff jî ji hikûmeta Almanyayê xwestibû derbasbûna siyasmetedarên Tirkiyeyê bo Almanyayê qedexe bikin eger bi şibandinên bi Naizyan li ser piçûkxistina wan berdewam bin.

    Siyasetmedarekî partiya Yekîtiya Demokrata Xiristiyan (CDU) di hevpeyvîna xwe bi rojnameya Wletê re diyar kir ku nabe, "dewlet pişta xwe pê ve girê de ku çareserî dê ji aliyê şaredariyan ve bê peydakirin" û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte wek mînak nîşan dan û derbirî ku hêvî dikin helwesteke rijdtir li dijî Tirkiyeyê bê nîşandan.

    Merkelê gotibû "Gotinên min ên wek "şibandina bi Naziyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve tê, divê bê şert û merc bê rawestandin" hîn jî derbasdar in û ragihandibû, eger siyasetmedarên tirk li gorî rêgezên Destûra Almanyayê tevbigerin dê bikarin civînan li dar xin yana bergiriyên pêwîst dê werin giritn.

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Derve yê Almayayê ji Demirtaşî re: Em gelekî dixwazin te bibînin
    Almanyayê bersiva Trump da: Deynê NATOyê li me tine
    Şefê Îstîxbarata Almanyayê: Tehdîda Rûsyayê zêde dibe
    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê: Wezareta derve bangî balyozê Almanyayê kir
    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabriel: Tirkiye soza xwe negirt
    Merkel: Biryarên çalakiyan li Almanyayê, di asta herîmî de tên dayîn
    Etîketan:
    Reiner Haselhoff, Johannes Hahn, Tirkiye, Ewropa, Holanda, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de