17:31 20 Tîrmeh 2017
Zindî
    Erdogan û Merkel piştî rageşiya ‘qirkirinê’ cara pêşîn hatin ba hev

    Parlamentera tirk: Bila Erdogan lêborînê ji Merkel bixwaze

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 5221

    Parlamentera Partiya Yekîtiya Xrîstiyanan (CDU) ya esil tirk a Almanyayê Cemile Giousouf ragihand ku ji bo sûcdariyên nazî bila Erdogan lêborînê ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bixwaze.

    Martin Schulz
    © AFP 2017/ Emmanuel Dunand
    Parlamentera esil tirk a Almanyayê Cemile Giousouf di axaftina xwe ya sucdariyên nazî yên Erdogan de got: "Bila Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan lêborînê ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bixwaze. Ev sûcdariyên Erdogan ên nazî li Almanyayê ji terefên tirkan ve xweş nayên dîtin."

    ‘TIRKÊN LI ALMANYAYÊ VÊ HELWESTÊ DIJMINANE DIBÎNIN'

    Bertekên siyasetmedarên ewropî yên şibandina nazî ku Erdogan ji Merkelê re gotibû didomin. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya Tirkî, parlamentera esil tirk Cemile Giousouf di axaftina xwe de got: "Ev sûcdariyên Erdogan ên bêbingeh tirkên li Ewropa aciz dike. Gelek tirk vê helwesta dijminane û qirêj şerm dibînin. Ev sûcdarî zirarê li îmaja tirkên li Almanyayê û têkiliyên navbera herdu gelan dike."

    Giousouf di dawiya axaftina xwe de got: "Heke ji adabî muaşeratê tiştek bi Erdogan re mabe divê ji Angela Merkel lêborînê bixwaze."

    Bi heman mijarî:

    Ji Erdogan daxuyaniyên tund bo Merkel û Serokê CHPê
    Erdogan: Min li ser Iraq û Helebê bi Obama, Pûtîn û Merkel re hevdîtin kirin
    Erdogan û Merkel derbarê Sûriyê de hevdîtin kirin
    Erdogan û Merkel li ser Încîrlîkê li hev nekir
    Erdogan û Merkel piştî rageşiya ‘qirkirinê' cara pêşîn hatin ba hev
    Etîketan:
    Parlamentera esil tirk a Almanyayê, Serokwezîra Almanyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Cemile Giousouf, Recepn Tayyip Erdogan, Angela Merkel, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de