18:56 29 Hezîran 2017
Zindî
    AB Komisyonu Sözcüsü Maja Kocijancic

    YEyê derbarê bilindkirina wêneyên Ocalan de daxuyaniyek da

    © Foto: Twitter
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 12514

    Yekitiya Ewrûpayê (YE), derbarê posterê Serokê PKKê Abdullah Ocalan ên ku li dawiya hefteyê li pîrozbahiya Newroza Almanyayê hate vekirin de daxuyaniyek da.

    Berdevke Komîsyona YEyê Maja Kocijancic, di civîna xwe ya rojane ya îro de derbarê Newroza ku li Almanyayê, hate lidarxistin de hin daxuyanî da.

    ‘PKK RÊXISTINEK TERORÎ YE'

    Kocijancic, derbarê pirsek li ser alên PKKê û wêneyên Ocalan ên ku li pîrozbahiyê hatin vekirin de amaje kir ku ev rewş dikeve nava rayeyên welatên endam û daxuyaniyên li ser mijarê bibîr xist.

    Kocijancic diyar ku PKK  di nava lîsteya terorê a 28 welatên Ewrûpî de ye û wiha pê de çû: "Ev biryar tê bicihanîn. Em hemû rayedaran, hem saziyên Yeyê û hem jî dewletên endam derbarê vê mijarê de agahdar dikin. Lewra ev pêdiviyeke."

    Bi heman mijarî:

    Parêzerên Ocalan ji bo çûna Îmraliyê serî li dadgehê da
    KCK: Ocalan xwest Barzanî bibe serokê Kongreya Netewî, lê wî ev da milekî
    Kocasakal: PKK û Ocalan piştgiriya 'Sîstema Serokomariyê' dikin
    Ocalan 18 sal berê weke îro hat girtin
    Etîketan:
    wêneyên ocalan, teror, pkk, qedexe, Maja Kocijancic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de