02:52 23 Hezîran 2017
Zindî
    İngiltere Başbakanı Theresa May ve Almanya Başbakanı Angela Merkel

    'Îngilistan û Almanya amadehiya peymana parastinê dikin'

    © REUTERS/ HANNIBAL HANSCHKE
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 611

    Rojnameya Îngilîz Financial Timesê îdia kir ku Îngilistan û Almanya xwe amade dikin ku ji bo serdema piştî Brexitê peymaneke parastinê çêbikin.

    Li gorî nûçeya rojnameyê ya ku spartiye çavkaniyên wezaretên parastinê yên Îngilîz û Alman, her du welat di pêvajoya veqentandina Îngilistanê (Brexit) ya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) wê ji bo hevkariyên di warê parastinê de gavan bavêjin.

    ‘MAY, DIXWAZE NÎŞAN BIDE KU PIŞTA XWE BI YE DE NEKIRIYE'

    Di nûçeyê de hat ragihandin ku Serokwezîra Îngilistanê Theresa May bi vê yekê dixwaze bide nîşan ku li beramberî Brexitê jî piştî xwe bi YE de nekiriye û ji bo mizakereyên Brexitê dixwaze ‘nêta baş' a welatên YE bi dest bixe.

    Di nûçeyê de hat diyar kirin ku giraniya hevkariya her du welatan wê li ser qadên ewlehiya sîber, perwerdehî û dewriyeya behrê be.

    ROLÊN ÎNGILISTAN Û ALMANYA YA DI NATOYÊ DE

    Di nûçeyê de behsa têkiliyên parastinê yên heyî yên di navbera Îngilistan û Almanyayê de jî hat kirin û rolên her du welatan nê li Rojhilatê Ewropayê û welatên Baltik ên li hemberî Rûsyayê hat bibîrxistin. Di nûçeyê de hat gotin ku Îngilistan li Estonyayê, Almanya jî li Litvanyayê ji hêzên NATOyê serokatiyê dike û hat derbirîn ku her du welat li Sûriye û Iraqê jî li dijî DAIŞê şer dikin.

    Bi heman mijarî:

    Almanya: Biryar di destê Tirkiyeyê de ye
    Ji Erdogan bo Almanya û Hollanda: Hûn xwelî ser in
    Bêtirî yek ji sisiyan ji Almanya û Îtalyayê Kirimê wek beşeke Rûsyayê dibînin
    Almanya: Peymana agirbestê ya li Sûriyeyê ‘Serkeftinek ku ji nîqaşan dûr ê'
    Etîketan:
    Brexit, amadehî, peymana parastinê, rojnameya Financial Timesê, Îngilistan, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de