18:53 29 Hezîran 2017
Zindî
    merkel û erdogan

    Almanya: Biryar di destê Tirkiyeyê de ye

    © AFP 2017/ ODD ANDERSEN
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1050

    Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Demmer gotinên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ên "Merkel, tu niha kiryarên Naziyan dimeşînî" nirxand û gotibû, "Ev tu caran nayên qebûlkirin."

    Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer di derbarê axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erodgan a dawiyê hefteyêde, ku di wê de jî behsa şibandina Naziyan kiribû, axivî. Demmer got, "Berawirdkirina Naziyan a Erdogan kiriye, qet nayê qebûlkirin. Biryara nermkirina gotinan û astengkirina ihtimala zirareke mayînde di destê Tirkiyeyê de ye."

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan duh di axaftina xwe ya li Desteya Giştî ya Weqfa Belavkirina Îlim de Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel kiribû hedef. Erdogan gotibû, "Merkel, tu niha kiryarên Naziyan dimeşînî. Li ser birayên me yên Tirk ên li wir, li hemberî wezîrên me, parlamenterên me. Ma ev li gorî exlaqê siyasî ye?"

    Bi heman mijarî:

    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Gabriel: Tirkiye soza xwe negirt
    Çalakiyên Alîkarê Serokê Gelemper ê AKPê ên li Almanyayê hatin betalkirin
    Berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê: Wezareta derve bangî balyozê Almanyayê kir
    Eyaleta Saarlandê ya Almanyayê ji bo siyasetmedarên biyanî qedexeya hilbijartinê danî
    Li Almanyayê qedexeyeke din bo Erdogan: Em destûra mîtinga hilbijartinê nadin
    Etîketan:
    biryar, Recep Tayip Erdogan, Tirkiye, Berdevkê Hikûmeta Almanyayê, Ulrike Demmer, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de