20:19 24 Hezîran 2017
Zindî
    Martin Schulz

    Schulz: Gotinên Erdogan 'bêedebî' ne

    © AFP 2017/ Emmanuel Dunand
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2141

    Rageşiya navbera Almanya û Tirkiyeyê berdewam dike û bertek li ser gotina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip ya "Nazî" berdewam dike. Serokê PDSê yê nû û namzetê serokwezîriyê Martin Shculz Erdogan bi "bêdebî" ye.

    Martin Schulzê ku roja yekşemê bi dengdana hemû delegasyonan bû seroka Partiya Demokrat a Sosyal (PDS) a Almanyayê, bertek da Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi 'sepandina Nazîyan" tawanbar kiribû.

    Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, namzetê serokwezîrê yê PDSê, Schulz wiha gotiye; "bêdebî ye ku serokkomarê welatekî dost, heqaretê bi vî awayî li serokwezîrê wî welatî bike."

    Schulz axiftina wiha dewam kiriye: " Divê ji Erdoganî re bê gotin ku serokê dewleteke ku namzeta edamîtiya YEyê û endama NATOyê ye nikare rêbazên dîplomasiya navdewletî bin pê bike, lê ew dîsa jî helwesta xwe ya ku li serokê dewletekê nake berdewam dike."

    Herwiha Schulz diyar kir ku piştgiriyê dide qedexeya li ser endamên hikûmeta Tirkiyeyê ji bo ku helmetên referandûmê pêk neyênin û wiha got, "cihê li Almanyayê tine ji wan kesan re yên ku parêzbendiya dîplomatîk ji bo polîtîkaya partiya xwe bi kar tînin."

    "DIBE TÊKILIYÊN TIRKIYE Û YEYÊ QUT BIBIN"

    Serokê Komisyona Têkiliyên Derve yê Meclisa Federal a Almanyayê Norbert Rottgen jî duh beşdarî bernameyeke ARDê bû û hişyarî da ku eger Tirkiye derbasî pergala serokatiyaê bibe, gotûbêjên endambûna YEyê dê bi darî bibin. Parlementerê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan(CDU) Rottgen Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi 'derbeya dewleta meşrû" tawanbar kir.

    Serokê partiya muhafezkar a Parlementoya Ewropayê, Partiya Gelî ya Ewropayê ya Manfred Weber bertekeke tund da gotina "Nazî" ya Erdoganî. Weber hişyarî da Erdoganî daku nakokiyên xwe bi Almanya û Yekîtiya Ewropayê re zêde neke.

    Weber bi medyaya Almanyayê re axivîbû û wiha derbirî: " rumeta welatekî bi biçûkxistina ya dî nayê parastinê" û wiha dewam kir: "Erdogan bi van gotinên xwe yên êrîşkar herî zêde ziyanê digihîne welatê xwe lê Ewropa dê bi provokasyonan nexape".

    KELLER: BIBANDORTIRÎN BERSIV JI BO ERDOGAN, QUTKIRINA ALIKARIYA ABORÎ YE

    Serokê Koma Partiya Keskan a Parlementoya Ewropayê Ska Keller diyar kir ku, "nîqaş tenê ji bo nîşandanê ne û divê piştgiriyê bidin dengê "na"yê yên li Tirkiyeyê di ser 50% re ye. Keller diyar kir ku baştirîn bersiv bo Tirkiyeyê, rawestandina firotina çekan bo Tirkiyeyê, qutkriina alîkariya aborî û berfirehnekirina yekîtiya gumrukê."

     

    Bi heman mijarî:

    Almanyayê bersiva Trump da: Deynê NATOyê li me tine
    Şefê Îstîxbarata Almanyayê: Tehdîda Rûsyayê zêde dibe
    Çalakiyên Alîkarê Serokê Gelemper ê AKPê ên li Almanyayê hatin betalkirin
    Qeyrana rehînan li bankayeke Almanyayê
    Li Almanyayê qedexeyeke din bo Erdogan: Em destûra mîtinga hilbijartinê nadin
    Almanyayê hişyarî da hemwelatiyên ku biçin Tirkiyê
    Etîketan:
    Partiya Demokrat a Sosyal, Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan, Norbert Rottgen, Martin Schulz, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de