09:52 18 Tebax 2017
Zindî
    Newroza Frankfurtê

    Polîsên Frankfurtê: Me dane berhevkirin, lêpirsîn dê vebe

    © REUTERS/ Ralph Orlowski
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 5722

    Hat ragihandin ku pêngavên hiqûqî yên pêwîst dê pêk werin derheqê wan kesan de yên ku li pîrozbahiya Newrozê ya Frankfurta Almanyayê wêneyên Abdullah Ocalan û sembolên qedexekirî rakiribûn.

    Berdevkê polîsan ji ajansa nûçeya alman a dpayê re li ser pîrozbahiyên Newroza li Frankfurtê axivî û got ku pêngavên hiqûqî yên pêwîst dê pêk werin derheqê wan kesan de yên ku li pîrozbahiya Newrozê ya Frankfurta Almanyayê wêneyên Abdullah Ocalan û sembolên qedexekirî rakiribûn.

    Herwiha Berdevkê polîsan got, "teqez e ku lêpirsîn dê li van kesan vebe" diyar kir ku nizane bê derbarê çend kesan de lêpirsîn vebe.

    Ji aliyê din ve, berdevkî diyar kir ku ji ber polîs nexwest rageşî zêde bibe, destwerdan di xwepêşandanan de nekir. Berdevkê derbirî ku polîs di rewşên wiha de bi prensîpa 'belavkirina xeterê, berî lêpirsîna cezaî tê' tevgeriyaye.

    "POLÎS NIKARE TI TIŞTÊ LI DIJÎ QANÛNAN PIŞTGUH BIKE"

    Polîsên Frankfurtê derbarê mijarê de agahî dan DWyê û got, hemû hêmanên dijî qanûnan dê werin vekolandin û geşedanên siyasî di navbera Almanya û Tirkiyeyê de nebûne sedema ti guhertinê di metodên tesbîtkirina hêmanên tawanan yan jî nêzîkatiya li bûyeran de.

    Berdevkê polîsên Frankfurt wiha got: "Peywira polîsan rewşên hêmanên tawanan pêk tînin tesbît bike û daneyên ji bo delîlan li ser vî tiştî berhev bike. Wek her lêkolînê, di xwenîşandana Frankfurtê de jî  her rewşa ku tê texmînkirin hêmana tawanan pêk tîne tê tesbîtkirin û gavên pêwîst tên avêtin. Polîs nikare ti tiştê qanûn destûrê nadinê piştguh bike. Em peywira xwe. Çalakiyên taybetmendiyên tawan yan qebahetan dihewÎnin dê bi berfirehî werin vekolandin û dosya dê bo dozger bê şandin. Biryara dawî ya dewamkirina vekolÎnê ne biryara me ye lê peywira dozgerî ye."

    "POLÎSAN ANONSÊN DEVKÎ KIRIN"

    Li gorî agahiyên polîsan dane, bêtirî 30 hezar kesî tev li pîrozbahiyên newrozê yên li Frankfurta Almanyayê bûe. Di dema birêveçûna ber bi qada mîtîngê de, sembolên PKKê û posterên Ocalanî hatin bilindkirin. Polîs di seransera meşê de anonsên devkî kirin û ji xwenîşanderan xwest ku sembolên qedexekirî berhev bikin. Destwerdana di xwenîşandanê de nehatin kirin lê bi kamereyê kesên ala û flama rakiribûn hatin tomarkirin.

    Polîsên Frankfurtê li ser hesabê xwe yê Twitterê de daxuyaniyek weşandibû bê çima dîmen girtin û destwerdan di xwenîşandanê de nekiriye.

    Di daxuyaniyê de hatibû gotin "em li gorî talîmatên dozgerî tevdigerin" û wiha pê de çû: "bêyî ku bi beglekirinê mafên bingehîn ên azadiya civîn û derbirînê nekevin metirsiyê, em ê lêpirsîna sizayî dixin bin misogeriyê." 
    Polîsan ragihandibû ku 'ji bo mafê civînê yên aştiyane bê ku têkeve metirsiyê were bikaranîn, ev rê hatiye bijartin."

     

    Bi heman mijarî:

    Şefê Îstîxbarata Almanyayê: Tehdîda Rûsyayê zêde dibe
    Çalakiyên Alîkarê Serokê Gelemper ê AKPê ên li Almanyayê hatin betalkirin
    Qeyrana rehînan li bankayeke Almanyayê
    Li Almanyayê qedexeyeke din bo Erdogan: Em destûra mîtinga hilbijartinê nadin
    Almanyayê bersiva Erdogan da: Niyeta Şansolyeyê nîne were lîstika provokasyonê
    Hollandayê Wezîra Tirk vegerand Almanyayê
    Etîketan:
    newroz, polîs, Newroz Frankfurtê, Frankfurt, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de