03:50 21 Tebax 2017
Zindî
    Jean-Claude Juncker

    Juncker: Ne ku YE naxwaze lê ji ber dilsariya Tirkiyeyê, dibe endambûnê wê pêk neyê

    © AFP 2017/ Frederick Florin
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 1430

    Serokê Komisyona Ewropayê Juncker diyar kir ku 'endabûna Tirkiyeyê di YEyê de, ne ji ber yekîtî naxwaze lê ji ber dilsariya Tirkiyeyê, dibe pêk neyê. Juncker got, vegerandina sizaya bidarvekirinê li Tirkiyeyê, dê bibe sedema bidawîkirina gotûbêjên endambûnê.

    Serokê Komisyona Ewropayê Jean-Claude Juncker bi rojnameya heftane ya Bild am Sonntagê re axivî û derbarê qeyrana civînê, rojnamevanên girtî, tirkên li Ewropayê, rêkeftina qebûlkirina kesên vegerandî û têkiliyên YE û Tirkiyeyê daxuyaniyên giring dan.

    'GOTINÊN ERDOGANÎ, KIRYRARÊN FAŞÎSTAN WIHA NÎŞAN DIDIN WEK KU NE GIRING IN'

    Herwiha Juncker diyar kir ku qiyaskirina Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan
    ji hinek wekatên Ewropayê re bi Naziyan re qey nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Tawanbarkirina welatên rastî zulma Naziyan hatine, ji aliyê Serokkomarê welatekî ku dixwaze têkeve YEyê ve nayê qebûlkirin. Gotinên Erdogan, kiryarên faşîst û sosyalîstên nasyonal wiha nîşan dide wek ku ne giring in."

    "BERTEKA HOLANDAYÊ RAST BÛ"

    Juncker derbarê qeyrana civînê ya di navbera Holanda û Tirkiyeyê de axivî û qedexeya Holandayê li ser derbasbûnê, wek "bertekeke rast" bi nav kir.

    Herwiha Juncker derbarê bê pêwîst e li seranserê YEyê qedexeya ketin û derketinê deynin yan na de wiha got: "Divê YE xwe bi çarçoveya berpirsyariyên xwe sînordar bike. Mijarên ji bilî van, dikevin çarçoveya berprisyariya welatên endam. Divê her welatek bixwe biryara xwe bide bê siyasiyên tirk dikarin xebatên xwe yên hilbijartinê bikin an na."

    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
    © AP Photo/ Presidential Press Service
    "JI XWE GOTÛBÊJ TINE KU WERE RAWESTANDIN"

    Juncker li ser pirsyara bê divê têkiliyên endambûnê bên rawestandin û cemidandin an na de wiha axivî:

    Ev nîqaşeke sexte ye. Rawestandina gotûbêjeke ku niha tine bêwate ye. Lê ev rastî heye; guhertina destûra bingehîn a Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze pêk bîne, bandora dengekî zîl di konsera Ewropayê de çêdike. Ji ber ez hezkerê armoniyê me, ez ji lêdanên zimanî yên wiha zîl hez nakim. Endam^buna Tirkiyeyê, ne ji ber welatên YEyê naxwaze lê dibe ji ber dilsariya tirkan di pêkanîna standardên YEyê de pêk neyê."

    Ji aliyê din ve, Juncker li ser pirsyara bê "xeta sor a YEyê çi ye" de wiha got, "Eger Tirkiye sizaya bidarvekirinê careke din têxe meriyetê, gotûbêjên endambûnê dê bi dawî bibin".

    "EWROPA JI ŞANTAJAN RE NE VEKIRÎ YE"

    Serokê Komisyona YEyê rexneyên dibêjin ku rêkeftina penaberan a navbera Tirkiye û Ewropayê de, Ewropa xistiye rewşeke vekirî ji Şantajê re red kirin û wiha pê de çû: "YE ji şantajan re ne vekirî ye. Tirkiye dê vê rêkeftinê betal neke. Dibe Erdogan gelek caran tehdîd kiribe jî lê ez bi tehdîdan re mezin bûm."
    Juncker teqez kir ku ti kêşeya wan bi milyonan tirkên li Ewropayê dijîn re tine.

    Bi heman mijarî:

    Beşa ewil a leşkerên Brîtanyayê ku girêdayê NATOyê ye gihîştin Estonyayê
    Koşka Spî: Trump ji îdiayên 'guhdarkirinê' venegeriya ye
    Rûsya: Bêdengiya çapemeniya welatên rojava ya li hemberî Mûsilê ecêbmayî ye
    Çavuşoglu: Cudahiya demokratên sosyal û Wildersê faşîst tune ye
    Ji Wilders piştî serkeftina Rutte: Karê min bi Rutte re neqediya ye!
    Berdevkê Komisyona Ewropayê: Em girêdayî peymana Tirkiye-YE ne
    Rutte: Gotina Erdogan yên Srebrenitsayê, dereweke dîrokî ye
    Etîketan:
    Jean-Claude Juncker, Ewropa, Holanda, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de