12:56 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafirgeha Orlyê ya li Parîsê

    Êrîşkarê Balafirgeha Orlyê: Ez hatim ji bo Xwedê bimirim

    © AP Photo/ Thibault Camus
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 2050

    Serdozgerê Parîsê Molins nasnameya êrîşkarê Balafirgeha Orlyê eşkere kir. Molins diyar kir ku êrîşkar gotiye, "Ez hatim ji bo Xwedê bimirim."

    Serdozgerê Parîsê François Molins di derbarê êrîşa li Balafirgeha Orlyê de daxuyanî dan.

    Molins daxuyand ku êrîşkar çek daye serê polîseke jin û ji polîsên din re gotiye, "Çekên xwe berdin. Ez hatim ji bo Xwedê bimirim. Her kes wê teqez bimire." Dozger nasnameya êrîşkar wekî Ziyad bîn Belgacem ragihand û diyar kir ku Belgacem ji aliyên polîsên ve hatiye kuştin û di derbarê bûyerê de 3 kesên din hatine desteserkirin.

    ‘DI GIRTÎGEHÊ DE BÛ TUNDREW'

    Di daxuyaniya dozger de hat destnîşankirin ku êrîşkar her wiha sûcê diziyê û madeyên hişber kiriye û ew di girtîgehê de bû tundrew.

    Di derbarê bûyera duh de rayedarên Fransî daxuyandibûn ku êrîşkarê bi navê Ziyad bin Belgacem ê welatiyê Fransayê, piştî kul i balafirgehê hat kuştin, li ser wî Qur'an derket.

    Bi heman mijarî:

    Balafirgeha Orlyê ya li Parisê hat valakirin
    Li Belçîkayê ji ber pakêteke bi guman balafirgeh hat valakirin
    Li Amerîkayê ji bo metirsiya bombeyê balafirgeh hate valakirin
    Etîketan:
    êrîşkar, Balafirgeha Orlyê, Serdozgerê Parîsê, François Molins, Fransa, Parîs
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de