08:53 25 Adar 2017
Zindî
    Frankfurt'ta Nevruz mitingi

    Bi hezaran kurd li Frankfurtê Newrozê pîroz kirin

    © REUTERS/ Ralph Orlowski
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 5950

    Hêj ku gengeşiyên qedexeyên Almanyayê ên li ser rayedarên hikumeta Tirkiyeyê berdewam dikin, 30 hezar kurd li bajarê Frankfurtê Newrozê pîroz kirin. Li ser vê yekê Berdevkê Serokkomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin diyar kir ku ew rayedarên alman 'bi awayekî tund şermezar' dikin.

    Kurdên li Frankfurtê çalakiyek mezin a Newrozê li dar xistin. Di çalakiya ku bi qasî 30 hezar kes beşdar bûn de gelek pankartên li dijî Tirkiyeyê hate vekirin.

    ​Di dema çalakiyê de Hevserokê PYDê Salih Msulim jî axaftine kir.

    ​Roja duşemê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayip Erdogan, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel wekî 'piştevana terorîstan' sûcdar kiribû. Berdevkê Merkel sûcdariya

    Erdogan wekî 'absurt' şîrove kiribû.

    KALIN: PIŞTGIRIYA TERORÊ DIKIN

    Berdevkê Serokkomar Kalin bertek da mitînga Newrozê û got tiştê tê kirin bi awayekî eşkere piştgirtina terorê ye.

    Bi heman mijarî:

    Walîtiya Amedê bi fermî destûra pîrozbahiyên Newrozê da
    Komîteya Birêvebirina Newrozê: Em betalkirinan qebûl nakin
    Niştecihên bakurê Îranê amadekariya Newrozê dikin
    Li Rihayê beriya Newrozê hemû xwepêşandan hatin qedexekirin
    Etîketan:
    hikumeta almanya, çalakiya newrozê, teror, pîrozbahî, kurd, frankfurt
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de