06:01 23 Gulan 2017
Zindî
    Thierry Mariani

    Mariani: Tirkiye kir ku Ewrûpa dengê xwe qut bike

    © REUTERS/ Maxim Zmeyev
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 4431

    Hevserokê Komeleya Diyalogê a Frensa-Rûsyayê û parlementer Thierry Mariani, diyar kir ku Tirkiye kir ku Ewrûpa dengê xwe qut bike.

    Mariani ê rastgir di axaftina xwe ya Russia Today (RT) de li ser ser gengeşiya di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewrûpayê (YE) de hin nirxandin kir.

    Mariani wiha axivî: 'Tirkiye çi bixwaze dikare îro bike. Ez endamê Konseya Ewrûpayê me. Rûsya ji Meclisa Parlementoya Konseya Ewrûpayê hate derxistin û mafê wê yê dengdayînê hate standin. Dema ku mirov tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin û girtinên li wir tên kirin bide berçavan divê Tirkiye jî ji parlementoyê bê derxistin. Lê li hember Tirkiye mueyîde nayên danîn, lewra em bûne hêsîrê Tirkiyeyê. Ewrûpa niha pir bêbiryar e.Me li Holandayê berteka xwe eşkere kir lê tenê di çarçoveya hilbijartinan de. Tirkiye hişt ku em dengê xwe qut bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Biryara dawî ya cudabûna Brîtanyayê ji YEyê hat dayîn
    Biryara komiysona YEyê Pûtîn û Orban kêfxweş kirin
    Serokwezîrê Avusturyayê: "Bila kampanyayên siyasetmedarên tirk li YEyê werin qedexekirin"
    Le Pen xwest, Fransa ji YEyê bi Frexita dostane cuda bibe
    Etîketan:
    mafê dengdayînê, yekitiya ewrûpayê, Thierry Mariani
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de