05:15 24 Gulan 2017
Zindî
    Îgor Plotnitskiy

    Serokê Luganskê: Ez piştrast im ku referandûma yekbûna bi Rûsyayê re pêk were

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Ewropa
    Lînkê kurt
    0 540

    Serokê Komara Gelî ya Luganskê ya bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ji Ûkraynayê ragihandibû, Îgor Plotnitskiy ragihand ku piştrast e, referandûma yekbûna bi Rûsyayê re ya li Luganskê dê pêk were.

    Plotnitskiy ji Sputnikê re wiha got, "Em ne tenê difikirin ku referandûmek dê li Luganskê pêk were lê em jê piştrast in. Helbet em ê vê pêvajoyê bidin destpêkirin lê divê her tişt di dema xwe de bê pêkanîn."

    Ji aliyê din ve, Plotnitskiy biryara Ûkraynayê ya ambargoya veguhestinê ya berfireh li ser Donbassê nirxand. Plotnitskiy wiha got: "Em wiha difikirin ku Serokê Dewleta Ûkraynayê Pyotr Poroşenko bi vê biryarê herêmên bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ragihandiye nasîne."

    Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihandibû ku planên wan tine ne ku komarên gelî yên Donetsk û Lugansk yên bi awayekî yekalî serxwebûna xwe ragihandibû, tev li Rûsyayê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Rûsyayê bo Ûkraynayê: "Tevlî biryara agirbestê ya Donetsk û Luganskê bibe"
    Hewldana kuştina serokê Luganskê
    Hilbijartinên Donetsk û Luganskê carekedin hatin paşxistin
    Kommersant: Tirkiye îtxalata garis û genimê bêbace yê ji Rûsyayê rawestand
    Moldovya: Pêwendiyên bi Rûsyayê re gihîştin qonaxeke nû
    Kirim 3yemîn salvegera ku bi Rûsyayê ve hat girêdan pîroz dike
    Etîketan:
    Pyotr Poroşenko, Dmitriy Peskov, Îgor Plotnitskiy, Donetsk, Ûkrayna, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de